Komeleya Çanda Kurd a Bordeauxê kongreya xwe pêk anî

Komeleya Çanda Kurd a Bordeauxê kongreya xwe pêk anî

Li Bajarê Bordeaux a Fransayê Komeleya Çanda Kurd a Ass Franco-Kurde 13’emîn kongreya xwe ya asayî pêk anî.

Komeleya Çanda Kurd a Bordeaux 13’emîn kongreya xwe ya asayî roja yekşemê li lokala komeleyê pêk anî. Tevî Serokê Federasyona Komeleyên Kurd a Fransayê Mehmet Ulker, nûnerên Navenda Çanda Elewiyan a Bordeaux gelek kes tevli kongreyê bûn.

Di kongreyê de ji bo 10 gerîlayên di pevçûna li Licê de jiyana xwe ji dest dabûn rêz hat girtin. Serokê FEYKA Mehmet Ulker axaftinek kir û di axaftina xwe de xebatên komeleyê vegot.

Her wiha ji bo xebatên wekê şano, muzîk, lîstikên gelerî û kursên sazê bang hat kirin. Bi hilbijartinên hatin kirin jî rêveberiyeke nû ya ji 9 kesî pêk dihat hat avakirin.