Koma Ciwanên Rojê: Me bi vê stranê xeyalên şehîdan zindî kir

Ji Awaza Şehîd Rohenda Xemgîn ‘’Deniza Kurda’’ bi dengê Koma Ciwanên Rojê zindî dibe.

Koma Ciwanên Rojê Strana “Denîza Kurda” a ku şehîd Rohenda ji bo bîranîna xîşka xwe ya şehîd ya bi navê Denîz nivîsandibû, îro ji nû ve zindî kirin.

Rohenda Xemgîn yek ji endama Navenda Ragihandina YPJ’ê bû û di berxwedana Serdemê de li gel bavê xwe yê fedekar tevlê karwanên nemiran bûbû. Rohenda ya ku li ser şopa xîşka xwe Denîz dimeşiya, ji bo bîranîna şehîdbûna wê strana bi navê “Denîza Kurda” nivîsandibû û di her şahî û kombûnê de ji bo hevrêyên xwe distran. Endamên Koma Ciwanên Rojê jî ev stran careke din bi awaza xwe ya cihêreng ve zindî kir û ev stran di şexsê bavê şehîd Rohenda û Denîz (Mihemed Cuma Gedro) de diyarî hemî şehîdên Berxwedana Serdemê kirin. Navenda Ragihandina YPJ’ê jî weke erka dildariya bi hevrêya xwe Rohenda re tevahî amadekariya klîbê dan ser milê xwe.

‘JI BO LEHENGIYA WAN NEYÊ JIBÎRKIRIN..’

Endama komê Aljîn Şahîn xwesteka xwe ya ji bo gotina vê stranê bi van peyvan bi me re parve kir; “Her cihê ku em diçûn, me ev stran digot û bi rastî pir dihat ecibandin. Ev stran xwedî wateyeke mezin e û ji bo me pir cûda ye. Ji ber ku Şehîd Rohenda ev stran ji bona xwişka xwe ya şehîd nivîsandibû, niha jî heval Rohenda şehîd e”.

‘EM Ê LI SER ŞOPA ROHENDA STRANÊN NÛ BINIVISIN’

Aljîn Şahîn di nirxandinên xwe de bal kişande ser alîkariya komê ya ji hevdû re û da diyar kir, her endameke komê rola xwe di nava amade kirina vê klîbê de lîst û wiha berdewam kir; “Her hevaleke me çi bi gîtara xwe, çi bi tembûr, dahol û timbilka xwe û çi jî bi erbaneya xwe rengê xwe da nîşan. Her endameke koma me dema enstrûmana xwe xiste destê xwe, ev di kesayeta me tevahiyan de jî kelecaneke cûda avakir”.

Aljîn di dawiya gotinên xwe de ev stran di serî de malbata şehîd Rohenda, diyarî tevahî şehîdên Berxwedana Serdemê kir.

‘PÊKANÎNA XEYALÊN ŞEHÎDAN ERKA ME CIWANAN E’

Endama koma Sema Şoreş jî hest û nêrînên xwe yên di derbarê klîbê de bi van gotinan anî ziman; "Wate û cewherê vê stranê bi hestên şehîd Rohenda Xemgîn hatiye amade kirin. Ji bo wê jî zindî kirina vê stranê wateyeke xwe ya cuda heye. Me jî xwest ku bi muzîka xwe vê stranê dewlemend bikin da ku stran belav bibe. Destpêkê me komê bi hev re nîqaş kir ka em ê çawa bikaribin straneke xwedî çîrokek bi vî rengî bêjin? Piştre bi alîkariya her hevaleke komê ya ji hevdûre hişt ku em vê stranê amade bikin. Ya rastî ji bo me ciwanan gotina vê stranê ji bo me weke pêkanîna xeyalê şehîdan bû”. Sema bi berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser kêfxweşiya ku ji vê stranê digre. Her wiha grîngiya berdewam kirina nirxên ku ji dû hevalên şehîd dimîne anî ziman. Cardin Sema got ku ew dikarin nirxên hevrêyên xwe yên şehîd zêdetir mezin bikin û zindî bihêlin.

‘XWEZIYA HEVAL ROHENGA EV KLÎBA ME BIDÎTA’

Endama Koma Ciwanên Rojê ya ku bi xwe jî bi şehîd Rohenda re jiyaye, di gotinên xwe de bal kişande ser kesayeta pak û xweşik ya hevrêya xwe Rohenda û wiha berdewam kir; “Şehîd Rohenda dema ev stran amade dikir wê demê nêrînên me jî girtin û wiha digot; "Ger ez tiştekî çêbikim û ez nêrînên derdor negrim ez ê nikaribim wî karî temam bikim. Wê naveroka karê min ne dagirtî be" Ji ber vê şehîd Rohenda helbestek jî binivîsanda her tim nêrînên rêhevalên xwe digirt. Ji ber wê ez her bi xwe re dibêjim xweziya heval Rohenda bidîta ku ev strana wê, tenê bi asta nivîsandina wê re sînordar nema û vaye em rêhevalên wê diyarî hemû gelê xwe dikin. Ango bidîta ku ev stran ji aliyê koma me ve çawa hat mezin kirin û strana ku ji bo xwişka xwe nivîsand niha wê çawa ji aliyê herkesekî ve were guhdar kirin. Lê her çiqas heval Rohenda niha ne li gel me be jî, xeyalê hevaleke şehîd mezin kirin û pêkanîn ji bona me pir pîroz û mezin e."