Kevana Zêrîn 'Şehîdên Çand û Hunerê' bi bîr anî

Tevgera Çanda Jinê ya Kevana Zêrîn a ser bi Partiya Azadiyê ya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) 'Şehîdên Çand û Hunerê' yên 11'ê Gulanê bi bîr anî.

Kevana Zêrîn a PAJK'ê bi wesîleya 'Roja Bîranîna Şehîdên Çand û Hunerê' yên 11'ê Gulanê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Meha Gulanê meha şehîdan e, destanên qehremantî di vê mehê de tê nivîsandin. Şehîdên şoreşger ev meh bi xwîna xwe av dan û bi xwîna wan gulên Gulanê vebûn. Bi wesîleya salvegera şehadeta şoreşger hozan Mîzgîn li hemberî hemû şehîdên şoreşê em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Di dîroka têkoşîna me de, di vê mehê de, qehremanên şehîd ji bo azadiya mirovahiyê, bedelên giranbuha dane. Di serî de şehadeta şehîd Hozan Mîzgîn, Hakî Karer, Halîl Çavgun, Mehmet Karasungur, Îbrahîm Bîlgîn hişt ku ev meh di Kurdistanê de bibe bingeha jiyana nû. Dîsa di vê mehê de Şîrîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Ferhat Wekîlî, Alî Heyderyan û Mehdî Îslamiyan hatin darvekirin. Şewazê şehadeta van hevalan li hemberî têkoşîna azadiyê tirsa desthilatdaran nîşan dide. Di heman demê de di vê mehê de qehremanên şoreşger, Denîz Gezmîş, Yusuf Arslan, Hûseyîn Înan bi silogana ‘Bijî biratiya gelê Kurd û Tirk’ ber bi kûrsiya îdamê ve meşiyan û gihîştin şehadete. Mirasa şehîdên şoreşger, wek lehiyekê ber bi roja me ya îro ve diherike.

Di 11’ê Gulana 1992'yan de hevrê hozan Mîzgîn, di bin dorpêça dijmin de têkoşîn û fedaîtî, pêwîste çawa were meşandin nîşanî me daye. Li hember rastiya mirovê kû ji çanda xwe, zimanê xwe, dîroka xwe, axa xwe û welatê xwe xerîb ketiye, têkoşîna vegera li cewherê xwe, axa xwe û bi çanda xwere yekbûyînê dide raber kirin. Di heman demê de hozan Mîzgîn bûye kesayeteke pêşeng û hunermend û li ziman û çanda kevnar xwedî derketiye. Pabendiya azadî û nasnameya jina berxwedêr di şexsê xwe de jiyanî kiriye. Di vê wateyê de heval Mîzgîn li hember qirkirina çandî, sekneke dîrokî ye. Di roja me ya îro de li Kurdistanê di hemû helbest, stran û kilaman de şopên hevrê Mizgîn hene. Li hember dagirkeran bi şerê xwe huner afirand. Bi hezaran jin bi navê Mizgînê ber bi refên azadiyê ve meşiyan û di şexsê hozan Mîzgîn de fermandariya şer û hunera azadiyê mezin dikin.

Bi wesîleya 11’ê Gulanê ‘Roja Bîranîna Şehîdên Çand û Hunerê’ em jî wek şopdarên pêşeng Mizgîn, Sefkan, Sîpan, Sarya, Berçem, Xelîl, Delîla, Ronahî û Yektayan, biryardariya bilindkirina têkoşîn û hunera azadiyê didin. Di serî de hemû hunermendên Kevana Zêrîn û hunermend û rewşenbîrên din, em bang dikin ku bi şêwazê derwêş û zanyaran, bibin deng û nunerê çanda jiyana azad. Huner bi têkoşînê tê xemilandin. Bi soza kû em ê bi guhertin û veguhertinê jiyana nû biafirînin û pîvanên civakbûyînê bidin rûniştandin, em hemû şoreşgerên ku di meha Gulanê de şehîd ketine, bi taybet salvegera 29’mîn a şehadeta şehîd Mîzgîn (Gurbet Aydin) de careke din bi nasnameya jina gerîla ya hunermend bi bîr tînin û bejna xwe li hember hemû şehîdan ditewînin."