Kesên li Nagazakî jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn
Kesên li Nagazakî jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn
Kesên li Nagazakî jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di Duyemîn Şerê Cîhanê de bombeya atomê avêtibû bajarê Nagazakî yê Japonya. Îro di 68’emîn salvegerê de kesên ku di wê êrîşê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bîranîn.
Merasîmên ku bi deh hezaran mirov beşdar bûn di saeta ku bombeya atomê hat avêtin de ligel naqosan bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê Serokwezîrê Japonya Şînzo Abe axaftinek kir. Abe got ku ew wek yekane neteweyê ku bombeya atomê li hember wan hatiye bikaranîn cîhaneke ku ji çekên nukleerî hatiye paqijkirin dixwazin.
Di 9’ê Tebaxa 1945’an de di encama ku DYA bombeya atomê avêt bajarê Japonya Nagazakî 74 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan.
Di 6’ê Tebaxa sala 1945’an de jî DYA ku bombeya atomê avêtibû Hîroşîma jî 145 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dabû.
Ji ber radyoaktîvîteya bombeya atomê bi kesên jiyana xwe ji dest dabûn re tê texmînkirin ku ji 360 hezarî zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest dane.