Kesên di Qetlîama Srebrenîca de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn
Kesên di Qetlîama Srebrenîca de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn
Kesên di Qetlîama Srebrenîca de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn
Li Bosnayê piştî 18 sal bi ser qetlîama ku 8 hezar kesan jiyana xwe ji dest da derbas bû, bi hezaran kes îro ber bi Srebrenîca ve herikîn. Bı sedan kesên sala borî ji goran hatin derxistin û nasnameyên wan hatine diyarkirin wê îro werin defnkirin.
Ji danê sibê ve bi hezaran kes ber bi Srebrenica ve herikîn. Li wir 409 kesên ku beriya niha bi 18 salan ji aliyê Sirpan ve hatibûn qetilkirin wê ji nû ve werin defnkirin. Danê sibehê 409 tabût li ber gorên hatibûn vekirin hatin danîn. Di nav wan de qurbaniya herî biçûk jî heye. Zaroka ku di sala 1995’an meha Tîrmehê li wargeheke Neteweyên Yekbûyî hatibû dunyayê û piştî demeke kurt jiyana xwe ji dest dabû jî heye. Ji Qetlîama Srebrenîca heta niha nasnameya 6.066 kesan hatiye tespîtkirin.
Êvara Çarşemê, nêzî 6 bin kes hatin Potocariya nêzî Srebrenica. Ev kes di daristanan re derbas bûn ku di Tîrmeha 1998’an de bi hezaran mirovên ji ber qetlîamê reviyabûn jî di wan daristanan re derbas bibin. Beriya ku şerê di navbera civakên Bosnayiyan de bi dawî bibe (1992-95) bi çend mehan, 11’ê Tîrmeha sala 1995’an de yekîneyên Sirp, kontrola Srebrenîca kirin destên xwe ku ev bajêr di sala 1993’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wek herêma ketiye bin ewlekariyê hatibû îlankirin û di nav çend rojan de 8 hezar mirov hatin qetilkirin. Ev qetlîam ji aliyê saziyên navneteweyî ve qek qirkirinekê hat qebûlkirin
Berpirsiyarên kevin ên siyasî û leşkerî yên Sirp Ratko Mladîc û Radovan Karadzîc, niha di Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya ji bo Yugoslavyaya kevin hatibû avakirin de tên dadgehkirin. Karadzîc di sala 2008’an de, Mladîc jî di sala 2011’an de li Sirbistanê hatibûn girtin.