KCK'ê peyama sersaxiyê da
Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê peyama sersaxiyê da Fermandarê QSD'ê Şahîn Cîlo û Evîn Goyî ku dayikên wan çûne ser dilovaniya xwe.
Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê peyama sersaxiyê da Fermandarê QSD'ê Şahîn Cîlo û Evîn Goyî ku dayikên wan çûne ser dilovaniya xwe.
KCK'ê di peyama sersaxiyê de got, ''Em bi xemgînî hîn bûne ku dayikên Fermandarê QSD'ê Şahîn Cîlo û Evîn Goyî çûne ser dilovaniya xwe. Em sersaxiyê didin malbatên heval Şahîn Cîlo û Evîn Goyî, xizmên wan û hemû gelê Kurdistanê.''
Bi berdewamî di peyamê de wiha hate gotin:
''Dayikên van hevalan bi gewher û bîreweriya xwe ya Kurdatiyê, di beşekî mezin ê jiyana xwe de xizmet ji têkoşîna azadiyê re kirine. Bi hezkirina mezin û dilsoziya bi Rêber Apo re, bi bawerî û bêrîkirina li azadbûna Kurdistanê bûne dayikên Kurd ên mînak.
Em Tevgera Azadiyê sond dixwin ku bêrîkirina wan û hemû dayikên Kurd bi cih bînin, bila cihê wan bihişt be.''