Kartal: Şoreşa Rojava şoreşa sedsala 21’ê ye

Kartal: Şoreşa Rojava şoreşa sedsala 21’ê ye

Hevsrokê KONGRA-Gel Remzî Kartal tevli civînên gel yên bajarên cuda yên Swêdê bû, diyar kir ku şoreşa Rojava şoreşa sedsala 21’ê ye û bang li hemû gelê kurd kir ku xwedî li şoreşa Rojava derkevin.

Kartal li bajarê Västerås, Örebro, Borlänge û Uppsala ya Swêdê tevli civînên gel yên kurd bûn.

Di civînên gel yên pêk hatin de geşedanên dawî yên Tirkiye, Kurdistan û Rojava hatin nîqaşkirin û Kartal der barê mijarê de agahdarî da û der barê hevdîtinên navbera Ocalan û delwetê de agahdarî kir.

Kartal da zanîn ku gelê Rojava li dijî rejîma Esad û çeteyan berxwedanek mezin nîşan dane û di roja me ya îro de şoreşa Rojava, şoreşa sedsala 21’ê ye. Kartal da zanîn divê hemû gelê kurd piştgiriyê bibin gelê Rojava û xwedî li şoreşê derkevin.

Kartal di berdewamiya axaftina xwe de li her çar parçeyên Kurdistanê pêşveçûneke heye û destnîşan kir ku hikûmeta tirk li dijî pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin dewleta tirk tu pêngav neavêtiye. Kartal got dê gelê kurd bi têkoşînê mafên xwe bidest bixe.

Her wiha Kartal anî ziman ku divê kurdên li Ewropayê dijî giranî bidin xebatên xwe yên dîplomatîk û  rêxistînî.

Li bajarê Västerås hîmê meclisa gel hat avêtin. Di pêngava yekemîn de 8 kurd di komîsyonê de cih digire.  Amadekariyên avakirina meclisa gel a komîsyonê didome.