Karkerên jin qurbanên polîtîkayên Neo-lîberal in
Karkerên jin qurbanên polîtîkayên Neo-lîberal in
Karkerên jin qurbanên polîtîkayên Neo-lîberal in
Di du raporên cuda yên sendikayên Swêd ên di vê mehê de weşandine de tê destnîşankirin ku di 20 salên dawî de ferqa heqdest a di navbera jin û meran de neguheriye û bi vê ve girêdayî beşa ku herî zêde di nav şert û mercên xerab de kar dike karkerên jin in.
Di “Rapora Şert û Mercên Xebatê yên di sala 2012’an” de ya ji aliyê Konfederasyona Sendikayên Karkeran a Swêd (LO) hatiye amadekirin de tê destnîşankirin ku di encama polîtîkayên noe-lîberal ên 7 salên dawî de di navbera cinsan de ferqa di şert û mercên xebatan de zêde bûye. Tê ragihandin ku di şert û mercên xebatan ên memurên asta jor û burokratan de başbûn heye; lê di yên jin û karkeran de her diçe xerabûn çêdibe.
Ji her sê jinan du jin êvar û şevan, ji her 5 karkeran yek bi tena xwe neçar e di bin rîskê de kar bike. Di sektora taybet de ji her 10 jinan 8 jin divê di nav saetekê de heman hereketê çend caran dubare bikin. Ji wan ji sedî 70 dema diwestin kêmekê be jî derfeta bêhnvedanê nabînin.
MEAŞÊ JINAN 4400 KRON JI YÊ MÊRAN KÊMTIR E
Sendikaya herî mezin a Swêd Kommunal ku ji sedî 80 endamên wê jin in derbarê dahata jin û mêran de lêkolînek kir. Ev lêkolîn ku bi serenava “Heqdest biguhere: Êdî dema heqdestê wekhev e” rapora ku ji raya giştî re hat aşkerakirin de hat destnîşankirin ku di nav 20 salên dawî de ferqa heqdest a di navbera jin û mêran de neguheriye; mîna xwe maye û jin ji sedî 82, heqdestê mêr digirin.
Her wiha di raporê de tê destnîşankirin ku ferqa heqdest ji 30 salî û pê ve zêdetir dibe û sedema wê ji bo jin di wan temenan de dibin xwedî zarok tê şîrovekirin.
Kommunal, ji bo bêhevsengiya di navbera cinsan de rabe pêşniyar dike ku li ser zema heqdestê divê zem were kirin.