Kampên penaberên Sûriyeyê bûne cihê bazara koleyan
Kampên penaberên Sûriyeyê bûne cihê bazara koleyan
Kampên penaberên Sûriyeyê bûne cihê bazara koleyan
Li gorî rapora saziya stargeha zarokan a Swêdê (Radda Barnen) penaberên ji Sûriyeyê ji ber şer direvin û di kampên welatê cîran de tên bicihkirin dibin mijara bazareke hovane û qirêj.
Saziya stargeha zarokan a Swêdê (Radda Barnen) da xuyakirin ku penaberên ji Sûriyeyê direvin û li kampên Tirkiye, Urdun û Libnanê bicih dibin bûne cihê bazara koleyan. Di van kampan de zarokên keç ên biçûk bi behaneya ku wan ji kampan rizgar bikin dizewicînin û bazariyeke qirêj li ser zarokan tê kirin.
Saziya parastina zarokan da xuyakirin ku nêzî 2 salan e li Sûriyeyê şer tê meşandin û vî şerî bandoreke mezin li ser zarokan kiriye û li gorî lêkolîna ku ji aliyê vê saziyê ve hatiye kirin di bin sernavê ‘zaroktî di bin agir de ye’ behsa rewşa zarokên Sûriyeyê û bandora şer tê kirin.
Di vê raporê de behsa zarokên ku bi malbatên xwe re koçber bûne û neçar bûne ku di park, mexare û kampên penaberiyê de dijîn kiriye. Her wiha di raporê de tê gotin ku ji ber vê rewşê ew ji dibistanên xwe mane û nikarin xizmetên tenduristiyê bi dest bixin.
Her wiha di raporê de tê gotin ku zarok di vî şerî de wekî muxbir, hemal û karker hatine bikaranîn. Di raporê de tê gotin ku zêdeyî milyonek zarok hewcedariya wan bi alîkariyê heye.
Sekretera giştî ya saziya (Radda Barnen) Elisabeth Dahlin da xuyakirin ku di vî şerî de zarok hedef hatine girtin û heta bi zarokên 8 salî neçar kirine ku wekî mertalên zindî werin bikaranîn. Her wiha ji 3 zarokan yek rastî êrîşa bi çekan hatiye.
Yek ji xebatkarên vê saziyê yê bi navê Jesper Hansen ku xebatên xwe li kampên penaberan dimeşîne da xuyakirin ku bandoreke mezin a vî şerî li ser zarokan bûye û hewcedariya wan bi dermankirina dirûnî û civakî heye. Di raporê de mijara herî balkêş jî ew e ku zarok û jinên ciwan bi behaneya ku ji kampê werin rizgarkirin dibin mijara bazareke qirêj û bi wê yekê tên zewcandin.
‘REWŞA SÛRIYE KRÎTÎK E’
Serokê DYA’yê Barack Obama diyar kir ku rewşa Sûriyeyê gihiştiye asteke krîtîk û soz da ku 10 milyon dolar alîkarî bide muxalîfan.
Serokê DYA’yê Barack Obama piştî hevdîtina li Koşika Spî bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban kî Moon re civînek pêk anî.
Obama bang li Koreya Bakûr kir ku dest ji hewldanên “nêzîkbûna şer” a ku piştî tedbîqeta DYA’ ya li Koreya Başûr hate rojevê berde û got: “Êdî dem hatiye ku Koreya Bakûr dest ji nêzîkatiya xwe ya şerxwaz berde. Tu kesek naxwaze li nîvgirava Koreyê şer çêbibe.”
Obama diyar kir ku rewşa li Sûriyeyê gihiştiye asteke krîtîk û soz da ku 10 milyon dolar alîkarî bide muxalîfan.
HELEB BOMBEBARAN KIR
Bombebarana artêşa Sûriyeyê li Helebê didome. Hat ragihandin ku beriya çend deqîqeyan balefirên şer yên artêşa Sûriyeyê taxên Eşrefiye ku piraniya wê kurdin bombebaran dike. Hat diyarkirin ku hêzên YPG’ê jî îro piranî bi sûîqestê bersiv didin êrîşên rejima Sûriyeyê.
Hêjayî gotinê ye ku duh balefirên artêşa Sûriyeyê li Navenda Bazirganiyê ya bi navê Şikeyfê ku li Helebê ye bombebaran kiribû hêjan dişewite.