Kaledonya Nû ya koloniya Fransayê, di rêya serxwebûnê de ye
Kaledonya Nû ya koloniya Fransayê, di rêya serxwebûnê de ye
Kaledonya Nû ya koloniya Fransayê, di rêya serxwebûnê de ye
Yek ji koloniyên Fransayê Kaledonya Nû, dengê xwe yê ji bo serxwebûnê bilindtir dike. Li Kaledonya Nû ku xwedî statuyeke taybet e û ji serokatiya meclîsa wê re alîgirê serxwebûnê Roch Wamytan hat hilbijartin, wê di salên pêş de referandûmê pêk bîne.
Yek ji koloniyên li aliyê din ê Okyanûsê ye Kaledonya Nû ye ku xwedî çavkaniyên dewlemend ên madenê û aboriyeke xurt e. Gelê Kaledonya Nû wê di navbera alternatîfên serxwebûn û dewleteke pêwendîdar de, di referandûmê de hilbijartinê bike.
Partiyên siyasî yê ji bo serxwebûna Kaledonya Nû (Nouvelle Calédonie) tê dikoşin, daxwazên xwe yên ji bo serxwebûnê hîn bêtir bi geş tînin ziman. Yekitiya Kaledonya (UC) ku yek ji rêxistinên bingehîn ên Eniya Azadiyê ya Kanak a Sosyalîst a Netewî (FLNKS) ye û alîgirê qutbûna ji Fransayê ye, da xuyakirin ku eger ew di hilbijartinên parlamenta herêmî ya sala 2014'an de piraniya dengan bi dest bixin, ewê teqwîma serxwebûnê bi lez bikin.
DIBE KU DI SALA 2016'AN DE MECLÎSA DAMEZRÎNER BÊ AVAKIRIN
Serokê Giştî yê UC Daniel Goa çend roj berê li paytext Noumea daxuyaniyek dabû û gotibû, "Di sala 2014'an de eger em piraniya endamên Kongreya Kaledonya (Meclîsa Herêmî) bi dest bixin, emê yekser dest bi xebatên Meclîsa Damezrîner bikin. Di vê rewşê de, projeya destûra bingehîn jî wê di sala 2016'an de di kongreyê were derbaskirin û bi vê yekê re emê karibin bi dewleta Fransayê re li ser mijarên edalet, ewlekariya raya giştî, parastin, pere û têkiliyên derve de, danûstandinan bikin." Goa diyar kir ku bi vî rengî wê Peymana Noumea ya di sala 1998'an de di navbera Fransa û Kaledonya Nû de hatibû morkirin, bicih were anîn.
ALÎGIRÊ SERXWEBÛNÊ WAMYTAN SEROKÊ MECLÎSÊ YE
Ev daxuyaniya Goa, heman piştî serketina yek ji lîderên FLNKS û UC Roch Wamytan a hilbijartinên Kongreya Kaledonya ya 8'ê Tebaxê hatibû dayîn. Wamytan ku di salên 2011 û 2012'an de jî demekê Serokatiya Meclîsê kiribû, di dîroka Kaledonya Nû de yekemîn siyasetmedarê alîgirê serxwebûnê ye ku vê wezîfeyê dimeşîne. Wamytan di heman demê de yek ji ew kesên Peymana Noumea ya sala 1998'an de mor kiribû.
DI REFERANDÛMÊ DE WÊ GELEK ALTERNATÎF HEBIN
Daniel Goa bibîr xist ku Peymana Noumea derfetan dide Kaledonya Nû ku di navbera salên 2014 û 2018'an de ji bo diyarkirina çarenûsa xwe referandûmê pêk bîne û diyar kir ku ew ne alîgirê "qutbûneke tund" e. Goa destnîşan kir ku li gel vê yekê jî ewê ti carî dest ji daxwaza xwe ya serxwebûnê bernedin.
Serokwezîrê Fransayê Jean-Marc Ayrault jî di dawiya meha Tîrmehê de çûbû serdana Kaledonya û diyar kiribû ku referandûm dikre heta sala 2019'an pêk were. Ayrault soz dabû ku eger li derveyî referandûmê alternatîfa "çareseriya lihevkirinê" were hilbijartin, wê hikûmeta Fransayê guhertinên pêwîst ên destûra bingehînî pêk bîne.
Eger Kaledonyayî di referandûmê de biryardar bin, tê payîn çend alternatîf ji wan re bê pêşkêşkirin. Li gorî vê yekê, tevî alternatîfa serxwebûna têkûz, dibe ku alternaîfa dewleta hevpar an pêwendîdar, bê rojeva referandûmê.
KOLONIYA HERÎ DEWLEMEND A LI ALIYÊ DIN Ê OKYANÛSÊ: KALEDONYA NÛ
Kaledonya Nû ku ji kom-giravan pêk tê û li rojhilatê Awûstûralya li Okyanûsa Pasîfîk e, di sedsala 18. de ji aliyê Ewropiyan ve hatibû kifşkirin. Di sala 1853'an de bi awayekî fermî weke koloniya Fransayê hat îlankirin û li ser axa wê ya 18 hezar û 575 kîlometrekareyî, 250 hezar kes dijîn. Ji sedî 40'ê nifûsa welêt ji Kanakiyan xwedî cih (Melaziyen) pêk tê. Melezên ji Ewropî (bi giranî Fransî) û xwedîcihan, beşeke girîng a nifûsa welêt e. Tevî gelên Valîzyayî, Fûtûnî, kêmnetewên Endonezya, Vîetnam û Tahîtiyî jî li welêt hene. Li vî welatî bi dehan zimanê herêmî hene ku tên axaftin.
Kaledonya Nû ku bi aboriya xwe ya zêdeyî 7 milyar Euroyî, di nava koloniyên li Okyanûsê de xwedî cihekî girîng e û bi 30 hezar euro hatineyê ji bo serê her ferdekî, ji gelek herêmên Fransayê dewlemendtir e. Li vî welatî zêdeyî ji sedî 20'ê rezerveyên nîkelê yên cîhanê hene û hatineyên ji sektora madenê, ji sedî 40 ê hatineyên milî pêk tînin. Li vî welatê giravê de, transferên fînanî, çandinî û tûrîzm jî, sektorên girîng ên aboriyê ne.
Di encama têkoşîna rizgariyê ya salên dirêj de, di sala 1998'an de di dema Serokwezîrê Partiya Sosyalîst (PS) Lionel Jospin de peymana Noumea hat morkirin. Bi vê peymanê re, nasnameya gelê Kanak ku ji xwedîcihên Kaledonyayê ne, hatibû naskirin. Li gorî vê peymanê, divê dewleta Fransayê bi polîtîkayên xwe yên mêtîngeriyê yên li welêt rû bi rû bimîne û vê peymanê 'rewabûna' gelên piştre li welêt hatibûn bicihkirin jî qebûl dikir. Referandûma rizgariyê ya tê plankirin di salên pêş de were kirin jî, bi Peyama Noumea re hatibû fermîkirin.
Fransa hînê herêmên okyanûsê yên mîna Gûyana, Reunion, Martinique, Mayotte û Guadeloupe di destê xwe de digire.