Jiyana Mandela di sînemayê de ye
Jiyana Mandela di sînemayê de ye
Jiyana Mandela di sînemayê de ye
Têkoşîna jiyanê ya Lîderê Başûrê Afrîkayê Nelson Mandela ku berdewam dike, fîlmekî otobiyografîk ê behsa çîroka jiyana wî dike hat kişandin.
Fîlmê bi îmzeya derhênerê Îngilîz Justîn Chadwîck a bi navê “Mandela: Long Walk To Freedom” ji heman otobiyografiya lîderê ku bi serhildana li hemberî nîjadperestiya li Başûrê Afrîkayê di dîrokê de cih girt hatiye girtin. Di fîlmê ku Îdrîs Elba rola Nelson Mandela dilîze de fragman û afîşên fîlm ji niha ve di raya giştî de bûye xwedî eleqedariyeke mezin. Lîstikvanê Îngilîzî got, “Piştî ku min ev rol wergirt, min xwe hîn zêdetir nêzî Mandela û jiyana wî hîs kir. Rola karaktereke wiha lîstin rûmetdarî ye.” Fîlm, di 29’ê Mijdarê de li DYA, di 19’ê Kanûnê de li Hollanda, di 3’ê Çileya 2014’an de jî li Îngiltereyê wê bê pêşkêşkirin.
Nelson Mandela ku 27 salên xwe di Girtîgeha Cape Town de derbas kir bû sembola tevgera sembola li dijî nîjadperestiyê. Mandela, berê jî ji berhemên serketî yên sînemayê re bibû çavkaniya îlhamê re.