Jinan li Gîessenê bûyera tecawizê protesto kirin

Jinan li Gîessenê bûyera tecawizê protesto kirin

Bûyerên tacîz û tecawizê yên wan rojên dawî li Tirkiye û Kurdistanê rû didin li bajarê Gîessen ê Elmanyayê ji aliyê jinên Kurd ve hat protestokirin.

Di çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Berçem a Jin ve hat organîzekirin li Qada Seltersweg pêk hat. Çalakî ku demjimêr 16.00’an de destpê kir, bûyerên tacîz û tecawizê yên di serî de li Sêrtê li navendên cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê û her wiha xemsariya dewlet û darazê ya li hemberî wan hat protestokirin.

Di çalakiyê de daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd hatibû amadekirin hat xwendin û belavok hatin belavkirin

Di çalakiyê de di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de îmze hatin komkirin.

Çalakî di demjimêr 17.00’an bi dûrişmayan bi dawî bû.