Ji wezîrê Îsraîlê gotinên muzakereyên aştiyê têk bibe

Ji wezîrê Îsraîlê gotinên muzakereyên aştiyê têk bibe

Di demên ku ji nû ve di navbera Filistîn û Îsraîlê hevdîtinên aştiyê destpêkirin, gotinên wezîrê Îsraîlê ên di derbarê Ereban de weke bombeyê ketin rojevê. Hate ragihandin ku, Wezîrê Aborî yê Îsraîlê Naftalî Bennet gotinên weke “Min di jiyana xwe de gelek Ereb kuştin. Û di vê de çi pirsgirêk nîne.”

Rojnameya Yedioth Ahronot ragihand û axaftinên tê gotin di civînekê de serf kirine, derket holê ku Bennet ji şêwirmendê xwe yê ji ewlekariya netewî berpirs re gotiye. Têkildarî mijarê Amîdrar got, “Dema we terorîst girtin, tenê tişta hûn bikin hûn dê wana bikujin.” Û diyarkir ku, gotinên wezîr jî ‘îllegalin’.

Piştî gotinên nijadperestî û bandorek şok çêkir belavbûn, ji berdevkiya wezaretê daxuyaniyek hate dayîn jî hate gotin ku “Dema ku di peywira leşkeriyê de bûn Ereb kuştine”. Di daxuyaniya ku li Huffington Post’ê jî hatî dayîn, destnîşan kir ku milîtanê ku Bennet weke ‘terorîst’ binav dike dibêje, şûna bi avêjin zindana bikujin baştire.

WEZÎRÊ LI DIJÎ FILISTÎNÊ Û ALÎGIRÊ QOLONIYAN

Di demek ya hevdîtinên aştiyê destpêkirî, Naftalî Bennet bi van gotinan bertek komkir, her wiha beriya vê jî bi gotinên tund ên li dijî Ereban ketibû rojevê. Bennet gotibû, avakirina Dewleta Filistînî ‘ne rêya çareseriyê ye’. Bennetê ku têkildarî Yahûdiyên li Şerîa Rojava jî axivî, daxwazkiribû ku li ser axa Filistînê bêhtir qoloniyan ava bikin.