BI DÎMEN

Ji TEV-ÇAND a Efrîn-Şehbayê klîba li ser Hêzên Rizgariya Efrînê

Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Efrîn û Şehbayê ji bo piştgiriya bi Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) re bi pêşengiya Koma Çiyayê Kurmênc klîbek amade kir.

Ji 18'ê Adara 2018'an dema dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a qirker û vir ve, xelkê Efrînê bi gelek rê û rêbazan li ber xwe dide û bi biryar in ku warê xwe ji dagirkeran rizgar bike. Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) jî ku ji ciwanên Efrînê û herêmê pêk tên, li ser mîrateya Berxwedana Serdemê li dijî dagirkeriyê şer dikin. HRE'yê bi gelek çalakiyên bi bandor li dijî hêzên dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê, nîşan dide ku gelê Efrînê serî li ber dagirkeriyê natewîne û nahêle ku hêzên biyanî yên mîna dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bi rehetî tevbigerin.

Di nava 6 salên derbasbûyî yên dagirkeriyê de hêzên HRE'yê gelek çalakî kirin û di encamê de derbên giran li dagirkeran xistin. Xelkê Efrînê jî xwedî li vê hêza xwe derdikeve. Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Efrîn û Şehbayê jî ji bo piştgiriya bi vê berxwedanê re klîbek amade kir.

Klîb ji gotin û awaza hunermendê Efrînî Rêzan Bekir e. Her wiha di studyoya Çiyayê Kurmênc de hatiye qeydkirin û ji aliyê Koma Çiyayê Kurmênc ve hatiye pêşkêşkirin.

Hunermend Rêzan Bekir der barê klîbê de axivî û got, "Berî her tiştî em bejna xwe li beramberî bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê, di nav de şehîdên çalakiyên dawî ya HRE'yê ditewînin. Klîba me ji mehekê ve amadekarî jê re hate kirin. lê belê ji ber rewşa ku Şehba tê de ye, ji ber dorpêçî û êrîşan me nikarî zû çêbikira. Ev stran jî bi taybetî ji bo Hêzên Rizgariya Efrînê hatiye çêkirin ku em bi hunera xwe piştgiriya xwe ji bo hêza xwe nîşan bidin."

Endama Koma Çiyayê Kurmênc Zîlan Xelîl jî ku di Klîba Hêzên Rizgariya Efrînê de cihê xwe digire wiha got, "Me ev stran amade kir, ji ber ku ew in Hêzên Rizgariya Efrînê, rêya heqîqetê, lehengiyê û qehremaniyê nîşanî me didin. Ji ber wê jî weke endamên Koma Çiyayê Kurmênc me xwest vê stranê diyarî HRE'yê bikin. Armanca me ji vê stranê ew e ku em nameyekê bidin dijminê xwe yê faşîst ku kes nikare hêza me bişkîne. Em hemû HRE'yê ne û berxwedana ku şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê di çeperên şer de dike, em ê wê berxwedanê di aliyê hunerê de dewam bikin."