Ji SPD’ê ya bêhêvî mîtîngeke bi heybet
Ji SPD’ê ya bêhêvî mîtîngeke bi heybet
Ji SPD’ê ya bêhêvî mîtîngeke bi heybet
Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a Elman ji hilbijartinan re ku 35 roj man bi tu awayî sînerjiya tê xwestin bi dest nexist. SPD a di anketan de rêjeya dengên wê di navbera ji sedî 23-26 de diguhere, 150’emîn salvegera damezirandina xwe veguherand mîtîngeke bi heybet û xwest di kampanyaya hilbijartinan de bêhnekê bistîne.
Li Elmanyayê ji hilbijartinên Giştî yên Federal ên 22 Îlonê de ku 5 hefte mane, ne rûyê SPD’ê ne jî yê namzetê serokwezirtiyê Peer Steînbruck dikene. Piranî hilbijêrin ku bi antîpatî li Steînbruck dinihêrin di anketan de ji Merkel 3 qatan paşde ye. Di anketên şîrketên cuda cuda de Steînbruck, ji sedî 21-28 piştgiriya hilbijêrên Elman ku digire Merkel ji sedî 50-60'an digire.
SPD’ê PÎROZBAHIYA 150’EMÎN BI 150 HEZAR KESAN PÎROZ KIR
Rêveberiya SPD’ê, ji bo ji rewşa xwe ya xerab a ji hilbijartinan re bêje bes e ligel 150’emîn salvegera damezirandina xwe ya di 23’ê Gulanê de li Berlînê pîrozbahiyeke 2 rojan organîze kir. Di pîrozbahiya duh de 150 hezar mirov ku kom bûn namzetê serokwezîrtiyê Peer Steînbruck û lîderê partiyê Sîgmar Gabrîel di axaftinên pîrozbahiyan de li ser hilbijartinên 22’ê Îlonê rawestiyan.
Steînbruck di axaftina xwe de bi bîr xist ku heqdestê saeta 7 milyon karkeran hîn jî di bin 8,5 Euro de ye û dema bê îktîdarê, wê heqdestê asgarî yê têr dike ji bo tevayî sektoran pêk bînin.
SOZA KÊMKIRINA FIROTINA ÇEKAN
Steînbruck anî ziman ku têkoşîna li dijî qeçaxçitiya bacê ji bo partiya wan yek ji mijarên destpêkê ye û soza hemwelatiya dumendî ku nû kir, got ku ji bo di kar de prensîbên wekheviya di navbera jin-mêr, Elman-biyaniyan de pêk bê wê bixebitin.
Steînbruck ku li ser krîza Euro jî rawestiya qebûl kir ku krîzên li welatên Ewropî wê bandoreke mezin li Elmanyayê bike. Steînbruck ji bo derketina ji krîzê jî anî ziman ku pêwîstî bi “Planeke rizgariyê ya baş heye”.
Namzetê SPD’ê her wiha soz da ku eger bên îktîdarê wê firotina çekan kêm bikin û da xuyakirin ku di Serokwezîrtiya Merkel de bi qasî ku di dîroka Elmanyayê de heta niha nehatiye dîtin ji welatên ku şer lê hene çek hatine firotin.
Steînbruck, di axaftina xwe de ku behsa girîngiya hukûmeteke koalîsyonê ya di navbera SPD û Keskan de kir, got ku wek şexs wê di koalîsyoneke di serokwezîrtiya Merkel a CDU re cih negire. Steînbruck, di salên 2005-2009’an de di koalîsyona mezin a di navbera CDU-CSU û SPD wek wezîrê maliyeyê cih girtibû.
SPD, bi pîrozbahiya mezin a ku li Berlînê li dar xist xwest sînerjiyekê ava bike û hilbijêrên meyla wan li ser çepgiriyê ne bikişîne ser sandoqan.
Di hilbijartinên 22’ê Îlonê de 34 partî wê ji bo 598 parlamenteriyên Meclîsa Federal a Bundestag bikevin nav pêşbaziyê. Bi hilbijartinên giştî re di heman rojê de ji bo Parlamentoya Eyaleta Hessen jî wê hilbijartin çêbibin. Di 15’ê Îlonê de jî li Parlamentoya Eyaletê ya Bavyera wê hilbijartin çêbibin.