Ji Rûsyayê li Pasîfîkê tetbîqata mezin
Ji Rûsyayê li Pasîfîkê tetbîqata mezin
Ji Rûsyayê li Pasîfîkê tetbîqata mezin
Ji hilweşîna Yekitiya Sowyetan û vir ve Rûsya yekemcar tetbîqateke mezin a leşkerî pêk tîne. Ajansa nûçeyan RBC a li Rûsyayê weşanê dike da xuyakirin ku di tetbîqata li Herêma Leşkerî ya Rojhilat de, 160 hezar leşker, hezar tank û maşînên leşkerî, 130 balafir û helîkopter û 70 keştî cih digirin.
Der heqê tetbîqata leşkerî ya bi fermana Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hat kirin, ji Wezareta Parastinê dauxyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, ji sala 1991'ê û vir ve yekemcar e manewrayeke ewçend mezin a leşkerî tê kirin.
Hat ragihandin, di tetbîqatê d Fîloya Pasîfîk û Balafirên xwedî Rêgehek dirêj, wê bi rêyên hesinî û hewayî zêdeyî 3 hezar kîlometre biçin.
Serokatiya Fermandariya Giştî ya Rûsyayê jî da xuyakirin ku di tetbîqatê de bi giranî li ser rêveberî, ragihandin û tedarikkirina teknîk û alavên tibbî yên yekîneyan tên rawestîn. Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû dabû xuyakirin wê tetbîqatên bi vî rengî yên mezin, êdî bi rêk û pêk werin kirin. Rûsyayê di mehên Sibat û Nîsanê yên bihurî de jî du tetbîqatên mezin pêk anî bû.
Tetbîqata dawî jî, li demeke ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîka biryar da ji sedî 60 ê hêzên xwe yên deryayî derbasî Okyanûsa Pasîfîk bike û di vî warî de gavên pratîkî yên girîng hatin avêtin, rast hat. Her weha tê gotin, pevçûnên jeopolîtîk ên li Asya Pasîfîk ên mîna pirsgirêkên giravan ên navbera Çîn û Japonya, tevgezariya li Koreya Bakur, di pêkhatina vê manewreya leşkerî ya Rûsyayê de rol lîstine.