Ji Rêxistina Efûyê banga reda wicdanî
Ji Rêxistina Efûyê banga reda wicdanî
Ji Rêxistina Efûyê banga reda wicdanî
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, bang li Tirkiye, Ermenîstan û Azerbaycanê kir ku, mafê reda wicdanî êdî nas bikin.
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, bi wesîleya 15'ê Gulanê Roja Redkarên Wicdanî ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku, berî du salan li ser hurmetdayîna mafên red û wicdanî yên mirovan de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê biryarek stendiye û hat gotin, "Li gel vê biryarê jî li van hersê welatên Ewrûpayê Tirkiye, Azerbaycan û Ermenîstanê, ev maf hînê nayê naskirin. Divê êdî li van hersê welatan ev maf bê naskirin."
Rêxistina Efûyê bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê ya sala 2006'an de di dozeke li dijî Tirkiyê hate dayîn de û ev xal hat destnîşankirin; "Dadgehê di vê biryara xwe de ji Tirkiyê xwest, qanûnên ku redkarên wicdanî dixin ber lêpirsînan û wan digirin, bên guhertin. Lê belê Tirkiyê ev biryar jî bicih neaniye."
Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin; "Rêxistina Efûyê bang li hukûmetên Tirkiye, Azerbaycan û Ermenîstanê dike ku, ku berpirsyar û sozên xwe yên derengmayî yên ji bo naskirina mafê reda wicdanî ya li dijî leşkeriyê, nas bikin. Rêxistina Efûyê di heman demê de bang dike, ku xizmeta sivîl a alternatîfa xizmeta leşkerî, bi temamî sivîl bibe û di warê demê de mecburiye nebe. Divê Tirkiye, Azerbaycan û Ermenîstan, kesên ku ji ber sedemên dînî û wicdanî çûyîna leşkeriyê red kirine lê hatine girtin, tavilê serbest berdin."