Ji Ozgur-Derê ji bo çeteyên El Nusra piştgirî!

Ji Ozgur-Derê ji bo çeteyên El Nusra piştgirî!

Serokê Giştî yê Ozgur-Der Ridvan Kaya, ku piştgirî da çeteyên girêdayî Eniya El Nusra yên li Serêkaniyê dest bi êrîşan kirin, li du bajarokên Helebê 70 Kurd ên di nav wan de zarok, jin û ciwanên jî hebûn qetil kirin, ji êrîşan jî PYD û YPG berpirsiyar girt. Kaya tenê bi vê nema kesên behsa qetlîaman kirin jî wek “Qetlîamker, despot û nîjadperest” sûcdar kir.

Serokê Giştî yê Ozgur-Der Ridvan Kaya, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de xwedî li komên çete yên girêdayî El Qaîde yên li Rojavayê Kurdistanê dest bi êrîşan kirin û qetlîam pêk anîn derket. Kaya her wiha ji şer û pevçûnan PYD û YPG ku berpirsiyar girt û bi gotinên kirêt wiha berdewam kir, “PYD û YPG ne nûnerên gelê Kurd nûnerên nîjadperestên Kurd ên bi rejîma Esad re di nav hevkariyê de ne.”

Serokê Giştî yê Ozgur-Der Ridvan Kaya, qetlîama ku çeteyên El Nusra li bajarokên Til Hasil û Til Eran pêk anîn û di encam de di nav wan de zarok, jin û ciwan jî hebûn 70 kes hatin qetilkirin ji nedîtî hat û kesên behsa qetlîaman kirin wek “Qetlîamker, despot û nîjadperest” sûcdar kir.

Tê payîn ev tawanbarî û daxuyaniyên kirêt ên Serokê Giştî yê Ozgur-Der Ridvan Kaya, hem ji aliyê derdorên Kurd û hem jî ji aliyê derdorên Îslamî ve rastî nerazîbûneke mezin bê.