Ji organîzasyonên Rûsyayê peyana ji bo Şervan Muslim
Ji organîzasyonên Rûsyayê peyana ji bo Şervan Muslim
Ji organîzasyonên Rûsyayê peyana ji bo Şervan Muslim
Dostên kurdan yên li Rûsyayê bi awayekî xengîn pêşwazî li bihistina şehîdbûna kurê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim kirin. Gelek organizasyonên Weşanê ên Rûsyayê yên fermî peyana sersaxiyê di destpêkê ji malbata Salih Muslim û hemû gelê Kurd re dan.
Peyana sersaxiyê ya saziyên cuda wihaye:
Otomiya Federal ya Çand û Netewî ya Belarus Rûsya yê:
Em wek Otomiya Federal ya Çand û Netewî ya Belarus Rûsya yê ji bo kurê Salih Muslim yê ku bi lehengî jiyana xwe ji dest dayî ji ber xemên kur di destpêkê ji bo malbata wî, ji bo hemû gelê Kurd û Otomiya Federal a Çendê û Netewî ya Kurdan a li Rusyayê re sersaxiyê dixwazîn.
Otomiya Federal ya Çand û Netewî ya Alman Rûsya yê:
Em wek Otomiya Federal ya Çand û Netewî ya Alman Rûsya yê ji bo kurê Salih muslim yê ku di 9’ê Cotmehê de bi awayekî trajedîk û lehengî şehîd ketî şervan Muslim ji ber rewşa xembar dibêjîn serê we saxbe. Wek Alman Rûs êşên xizmên Şervan Mislim û gelê Kurd parve dikîn. Em ji dil û can dibêjîn serê we sax be û di van rojên teng de em li gel wene.
Tevgera Berxwedanê ya Talişê:
Em nûçeya şehadeta Şervan Muslim bi awayekî bi êş bihîst. Li ser navê hemû gelê Talişê em ji dostê me yê mezin û bavê Şervan Muslim Birêz Salih Muslim û malbata wî re sersaxiyê dixwazîn. Em van rojên we yên bi êş parve dikîn. Şerhîd namirin.
Ajansa Nûçeyan a Slovyan:
Em li ser navê Rêveberiya Girtiya Ajansa Nûçeyan a Slovyanê sersaxiyê ji bo melbara Salih Muslin û hemû gelê Kurd re dixwazîn û şervanê ciwanê gelê Kurd wê hertin li bîra me be.
Komeleya Berbang a Kurdan ya Kazakistanê:
Di destpêkê de ji bo malbata Salih Muslim ji bo hemû gelê Kurd ji ber şahadeta şervanê ciwan dibêjîn serê we saxbe. Şervan jibo azadiya Gelê Kurd şehîd ket. Em êrîşên qirêj yên li ser gelê Rojava lenet dikîn. Bîranînên wî wê tu deman di mejiyê gelê Kurd de neyê silkirin. Em vê roja bi êş ya Salim Muslim parve dikîn û dibêjin sebir.
Înîsiyatîfa projeya Navnetewî û netewî:
Di destpêkê ji bo malbata Salih ji hemû gelê Kurd re di bêjîn serê we sax be. Em vê roja bi êş li gel dostên xwe parvedikîn.