Ji NY’ê 3’emîn biryara Sûriyeyê

Ji NY’ê 3’emîn biryara Sûriyeyê

Di Lijneya Giştî ya Netewên Yekbûyî (NY) de 3’emîn pêşnûmeyan der barê Sûriyeye de hat qebûlkirin. Lijneya Giştî  ji bo pêvajoya  derbasbûna siyasî ya Sûriyeyê bang kir û  rejîm ji bo ku çekên giran bikartîne jî şermezar kir.

Di Lijneya Giştî ya NY’ê de peşnûmeya der barê Sûriyeyê de ku ji aliyê Tirkiyeyê û welatên Ereb ve hat pêşniyar kirin, li 12 dengên red, bi 107 dengî hat qebûlkirin. Di dengdanê de 59 welat jî erênî nêzîk nebûn.

Di 3’emîn pêşnûmeyê de, derbarê derbasbûna pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê de bang hat kirin û hat gotin ku ev bi çareseriya aştiyane de derfeta herî başe. Di biryara ku hatiye qebûlkirin de, her wiha nêzîkatiya rejîmê ya ku di pevçûnan de çekên giran bikartîne jî hat şermezar kirin.

Di biryarê de ji civaka navnetewî bo 1.5 mîlyon penaberên Sûriyeyê, welatên ku kirine mîvan piştgiriya aborî hat xwestin û balkişandin ser rewşa kesên hatine koçberkirin. Di biryarê de cara yekemîn Muxalîfên Suriyeyê û Koalîsyona Netewî ya Penaberên Şoreşger (SMDK) jî cih girt.