Ji navê girîng ê CDU mikurhatina muxalefeta Sûriyeyê!
Ji navê girîng ê CDU mikurhatina muxalefeta Sûriyeyê!
Ji navê girîng ê CDU mikurhatina muxalefeta Sûriyeyê!
Alîkarê Serokê Giştî yê partiya desthilatdariyê CDU ya Elmanya Armîn Laschet got, “Hêzên ku li Malî em li dijî wan şer dikin li Sûriyeyê destek dikin.” Laschet ku banga “Muxalefeta Sûriyeyê bi awayekî ciddî hişyar bike” li Wezîrê Karên Derve Westerwelle kir, destnîşan kir ku El Nusra û El Qaîdeya ku qetlîaman pêk tîne ji aliyê Suudî Erebîstanê ve tên destekkirin.
Piştî ku Artêşa Azad a Sûriyeyê û çeteyên din li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê qetlîam pêk anîn welatên Rojavayî polîtîkaya xwe ya muxalefeta Sûriyeyê li ber çavan re derbas dike. Ji navê girîng ê Partiya Serokwezîra Elman Angela Merkel Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) têkildarî polîtîkaya muxalefeta Sûriyeyê ji bo hukûmetê hişyarî hatin.
Alîkarê Serokê Giştî yê CDU û Serokê CDU yê Eyaleta Ren Vestfalya a Bakur (NRW) Armîn Laschet, ji Wezîrê Karên Derve Westerwelle xwest ku muxalefeta Sûriyeyê bi awayekî ciddî rexne bike. Lashet da xuyakirin ku li Sûriyeyê du keşe piştî hatin revandin bi 100 rojî hatin kuştin, di serî de Yekîtiya Ewropa û Amerîka ketin dewreyê lê Wezîrê Karên Derve yê Elman bêdeng ma û got, “Ez dixwazim zanibim bê çima Wezareta Karên Derve ya me bêdeng ma.”
“EM KESÊN MALÎ LI DIJÎ WAN ŞER DIKIN LI SÛRIYEYÊ DESTEK DIKIN’
Siyasetmedarê Xiristiyan Demokrat ê behsa qetlîama li Rojavayê Kurdistanê û êrîşên çeteyan ên li hemberî Kurdan nekir di berdewama axaftina xwe de ev hişyarî kirin: “Li herêmên ku tên gotin hatine rizgarkirin Ereb banga ‘Bila Xiristiyan biçin Beyrûdê Elewî jî biçin gorê’ dikin. Hêzên li Maliyê em li dijî wan şer dikin li Sûriyeyê em destek dikin. Ev rewşeke bêwate ye. Komên terorîst ên El Nusra û El Qaîde ku ji aliyê Katar û Suudî Arabistan tên destekkirin li Sûriyeyê ji bo dewleta Şerîatê şer dikin.”
Laschet got ku pêwîst e hukûmeta Elman bi şertê pêkanîna mafên mirovan piştgiriyê bide muxalefeta Sûriyeyê û wiha berdewam kir: “Li Sûriyeyê ji bo parastina mafên Xiristiyan, Şîî, Elewî yên kêmarên din divê zêdetir em hewl bidin.”