Ji Kurdistaniyên Japonyayê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê

Ji Kurdistaniyên Japonyayê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê

Kurdistaniyên ku li Japonyayê dijîn, ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ê li Japonyayê ye xwest li her devera cîhanê tevayî Kurd xwedî li Rojava derkevin.

Kurdistaniyên ku li Japonyayê dijîn, li bajarê Kawaguchî yê Tokyo bi civînekê piştgirî dan Rojava.

Di civîna ku ji aliyê Komeleya Çandê ya Kurd a Japonya hat organîzekirin de 400 kes beşdarî civînê û bûn. Di civînê de ji bo kesên li Til Aranê hatin qetilkirin deqîqeyekê rêz hat girtin. Axaftina vekirinê ji aliyê serokê komeleyê Mahmut Saglam ve pêk hat. Saglam da xuyakirin ku wek Kurdên li Japonyayê dijîn wê li hemberî êrîşên li dijî gelê Kurd bêdeng nemînin û da xuyakirin ku ji bo gelê Rojava kampanyayek alîkariyê dane destpêkirin. Saglam kesên li Hîroşîma jiyana xwe dest dane jî bi bîr anî.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ê bi munasebeta beşdarî merasîma bîranînê ya kesên li Hîroşîma jiyana xwe ji dest dan bibe li Japonyayê bû jî başdarî civînê bû. Baydemîr rayedarên komeleya Kurd a beriya niha bi 6 mehan hatibû vekirin pîroz kir li hemberî êrîşên li Rojava banga yekîtî û piştevaniyê li gelê Kurd kir. Baydemîr axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji bo pêvajo bi rê ve biçe helwesta hukûmetê girîng e û bi taybet girêdayî polîtîkaya Rojava ye. Mîna li Japonyayê divê gelê Kurd li her deverê cîhanê xwedî li Rojava derkeve.”

Piştî axaftinan starta kampanyaya alîkariyan a ji bo Rojava hat dayîn.