Ji HPG'ê bîlançoa şer a meha Nîsanê: Artêşa Tirk a dagirker 9790 carî êrîş kir
HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker meha Nîsanê 9790 carî ji hewayî û bejahî ve êrîş kir. Hate ragihandin ku di êrîşên dagirkeriyê de 4 gerîla şehîd bûn.
HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker meha Nîsanê 9790 carî ji hewayî û bejahî ve êrîş kir. Hate ragihandin ku di êrîşên dagirkeriyê de 4 gerîla şehîd bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bîlançoya şer a meha Nîsanê eşkere kir. Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku hêviya paşeroja azad a gelê me ye, bi banga Rêber Apo re ji 1'ê Adara 2025'an û pê ve kete pozîsyona agirbestê û ji bo di pratîkê de bersivê bide vê banga dîrokî bi hesasiyeteke mezin nêzî pêvajoyê bûn. Di pêvajoya 2 mehan a piştî daxuyaniya Fermandariya me ya Biryargeha Navenda Parastina Gel de hêzên me hemû di çarçoveya biryara agirbestê de tevgeriyan. Lewma Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê pêwîstiyên vê pêvajoya hesas bi sebir û fedakariyeke mezin bi cih anîn.
Artêşa Tirk a dagirker mehên Adar û Nîsanê, vê rewşa agirbestê ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji xwe re weke girsendekê dît û giranî da ser rêbazên li derveyî exlaqê û di konsepta îmhayê de israr kir. Li gel ku hêza xwe bi temamî seferber kir jî nekarî berxwedana gerîla ya dîrokî bişikîne û li herêma rojavayê Zapê ku navenda Zapê ye li pêşberî gerîla şikest. Artêşa Tirk a dagirker piştî vê şikestinê êrîşên xwe yên li ser çeper û tunelên li qadên berxwedanê zêde kir. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî di çarçoveya parastina rewa de bersiva pêwîst dan û destûr nedan pêşveçûna dagirkeran. Dagirkerên ku nekarî ji vê berxwedana bi heybet derbas bibin, careke din li derveyî pîvanên şer li hemberî hêzên me çekên kîmyewî, teqemeniyên qedexekirî û bombeyên fosforê yên qedexekirî bi kar anî.
BÛN ÇAVKANIYA RÛMETÊ YA GELÊ ME
Dagirker ku li her bihosta xaka Kurdistanê ya pîroz li milîtanên Apoyî rast hatin, li gel ku bi teknîkeke ku kare bajaran tine bike êrîşî qadên berxwedanê yên gerîla kirin jî nekarîn bigihêjin armanca xwe. Hevrêyên me Besê û Mîtra ku di encama êrîşa kîmyewî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn û hevrêyên me Xebat, Goran û Egîd ên ku li gel birîndariya xwe heta kêliya dawî li hemberî dagirkeran şer kirin û bersiv dan, weke nûnerên îradeya xurt a Apoyî ala serketinê ya PKK û PAJK'ê li ba dan û bûn çavkaniya rûmetê ya gelê me.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê weke li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Bakurê Kurdistanê jî Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk bi serketî xistin pratîkê û bi dehan operasyonên dagirkeran ên bi hezaran dagirker û teknîka şer hatin kirin, pûç kirin. Tîmên me yên gerîla yên profesyonel ku rê û rêbazên afirîner ên serdema nû xistin meriyetê, li Bakurê Kurdistanê ti windahî nedan.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku tespîta 'Teknîka herî mezin mirov bi xwe ye' ji xwe re kirin esas, di nava şert û mercên zehmet û giran de li ezmanên Kurdistanê jî li ber dagirkeran rabûn û derbên mezin li teknîka dagirkeran xistin ku pesnê xwe pê didan. Bi vî rengî hem li bejahî hem jî li hewayî rê nedan dagirkeran.
DAGIRKERAN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ, BOMBEYÊN FOSFORÊ Û TEQEMENIYÊN QEDEXEKIRÎ ÊRÎŞ KIRIN
Meha Nîsanê artêşa Tirk a dagirker careke din li hemberî hêzên me sûcê şer kir û 7 caran bi çekên kîmyewî, bombeyên fosforê û teqemeniyên qedexekirî bi kar anî, bi kepçeyan hewl da tunelên me yên berxwedanê hilweşîne û 76 caran bi balafirên şer, 12 caran bi helîkopterên êrîşê, 2 caran jî bi droneyên bombebarkirî, 9693 caran bi çekên giran, top û obusan êrîş kir.
17 CARAN DEST LI DAGIRKERAN HATE WERDAN
Hêzên me yên li ser bingeha parastina rewa tevgeriyan, 17 caran dest li dagirkeran werdan ku di pozîsyona êrîşê de bûn. Di encama vê destwerdanê de dagirkerek hate cezakirin, 5 dagirker birîndar bûn. Her wiha hêzên me tankek, 2 wesayitên zirxî, 2 sîstemên kamera yên mobesse, obusek, 2 drone, jammerek îmhakirin, derb li wesayiteke zirxî, konteynirek û çerekê xistin, droneyek jî desteser kirin.
4 hevrêyên me ku xaka Kurdistanê ya pîroz li dijî dagirkeran bi fedakariyeke mezin parastin, bi fedaîtî şer kirin, bûn rûmeta gelê me û ala têkoşînê ji me hevrêyên xwe re hiştin, di meha Nîsanê de şehîd bûn. Em şehîdên xwe yên nemir ku doh, îro û siberoja me ne careke din bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin.
Agahiyên berfireh ên bîlançoya şer a meha Nîsanê bi vî rengî ye:
ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER
Êrîşa bi balafirên şer: 76
Êrîşa bi helîkopterên êrîşê: 12
Êrîşa bi çekên kîmyewî (Fosfor): 3
Êrîşa bi droneyên bombebarkirî: 2
Êrîşa bi teqemeniyên qedexekirî: 4
Êrîşa bi çekên giran, top û obusan: 9693
DESTWERDANA GERÎLA YA LI ÊRÎŞAN
Destwerdana li êrîşan: 17