Ji DYA û Rûsya li dijî DAIŞ îstixbarata hevpar

Ji DYA û Rûsya li dijî DAIŞ îstixbarata hevpar

Li Parîsê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê DYA John Kerry ku hatin gel hev li hemberî DAIŞ cara yekem gihan hevpeymanekê. Wezîran di çarçoveya têkoşîna li hemberî DAIŞ de bikaranîna hevpar a îstixbaratê de li hev kirin.

Rûsya û DYA ku ji ber krîza Ukrayna têkiliyên wan sar bibûn, cudakariya xwe ya fikrê danîn aliyekî, di têkoşîna hevpar a li hemberî DAIŞ de gava yekem avêtin. Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Hempişeyê wî yê DYA John Kerry ên li paytextê Fransa Parîsê hatin gel hev, ewlekariyên li hemberî DAIŞ bên girtin nîqaş kirin.

Di hevdîtinê de hat hînbûn di mijara zêdekirina îstixbarata têkildarî DAIŞ de hevpeyman hat çêkirin. Piştî hevdîtinê her du wezîran civîna çapemeniyê pêk anîn. Kerry diyar kir her du alî jî di ferqa cidiyeta têkoşîna li hemberî DAIŞ de ne û wiha got: “Ger em xwedî nêrînên cuda bin jî em di ferqa cidiyeta berpirsiyartiya xwe ya li hemberî tundiyan de ne.”