Ji civîna Amerîka Latîn piştgiriya Kurdan

Ji civîna Amerîka Latîn piştgiriya Kurdan

Ji tevgerên şoreşger û civakî ên li Bolîvyayê pêkhatin, ji Civîna Amerîka Latîn û Antî-Emperyalîst ya Cîhanê, destpêkê ji çapemeniya Kurd peyamên piştgiriya gelê Kurd hatin dayîn.  M.Elî Dogan ku di civîna weke mêhvanê taybet ji aliyê Komîteya Piştevaniya Kurdistan-Latîn Amerîka ve hatî vexwendin axivî û bûyerên ku li Kurdistanê rû didin vegot.

Civîna Amerîka Latîn û Antî-Emperyalîst ya Cîhanê ya tevgerên şoreşger û civakî di navbera dîrokên 30’ê Tîrmehê û 2’ê Tebaxê e li bajarê Cochabamba ê Bolîvyayê pêkhat. Ji 22 welatan nûnerên 82 rêxistinan tevlî civînê bûn.

Di civîna ku 1460 delege têde amadebûn, civînê bi axaftina alîkarê serok dewletê Bolîvyayê Alavaro Garcia Lînera destpê kir. Piştre ji aliyê delegeyên civînê de 6 komisyonên cûda hatin çêkirin û 2 rojan nîqaş dan meşandin. Komisyonan xebatên xwe di bin van sermijaran de berdewam kirin: “Xeteriya NATO ji bo Amerîka Latîn û Cîhanê,-stratejiyên neo lîberal ên Îtîfaqa Pasîfîk Antalantîk,-Dagirkertî û stratejiyên xwe ji dagirkertiyê xilas kirin,- hevpeymanên navnetewî, mafên mirovan ên gerdonî û binpêkirinên emperyalîst,- ji bo gelan bixe binkontrol û serweriyê xebatên îstixbaratî ên emperyalîst,- li dijî împaratoriya çapemeniya Emperyalîst, pêkhateyên çapemeniya piştgirî û enternasyonal ya gelan.”

Rojnamevan-civaknas M. Elî Dogan ku weke axaftinker tevlî civînê bû, di 3 komisyonan de axivî, di di rêveberî û dîwana komisyona çapemeniyê de cih girt. Dogan di axaftinên xwe bikurtahî wiha got:

“NATO û emperyalîstên bûyerên ku li Sûriyeyê rû didin, hedef dikin weke Balkanan lê bikin, yekem pêkanînerê ve hikumeta Tirk e. yê vê senaryoya emperyalîzmê vale derxîne dînamîka herî girîng şoreşa Rojava ye. Şoreşa Rojava bi pêkanînên pratîk ên modela Konfederalîzma Demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kirî û pêşxistî çespandiye ku netenê ji bo Kurdan dê hemû gelên li Sûriyeyê û kesimên bindest azad bike. NATO û dewleta Tirk ji bo şoreşa li Rojavayê Kurdistanê vale derxînin, El Qaîde û hêzên weke wê li hemberî hêzên şoreşger ên Kurdistanê û gelê Sûriyeyê bikartîne.

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê îro ji ber ku li herêmê li dijî kapîtalîzmê, emperyalîzmê, bindestkirina gelan û perçekrina gelan û sîstema netew-dewlet ya berpirsyarê vê rewşê ye, dînamîka alternatîfe. Ji ber vê jî pêwîste hemû pêkhateyên pêşketî ên cîhanê piştgiriyê bidin vê şoreşê û her wiha pêşxistina şoreşa rojava pêwîste weke erkekî enternasyonalîst bibîne.”

GIRTINA ROJ TV HAT ŞERMEZARKIRIN

Dogan di axaftina xwe de ku bal kişand ser kampanyayên ji bo azadiya Ocalan hatine destpêkirin got, "Pêşxistina Kampanyaya ji bo azadiya Ocalan,  tevayî girtiyên siyasî û ji pirsgirêka Kurd re  çareseriya demokratîk wezîfeya şoreşgerî ya hemû pêkhateyên ku tevlî civînê bûne. M. Alî Dogan ê di heman demê de di “Komîsyona li hemberî Împaratoriya Medyaya Emperyalîst pêkhateyên enternasyonalîst û piştevaniyê” de rêveber û berdevk e, bal kişand ser êrîşên li dijî medyaya Kurd. Dogan da xuyakirin ku, MED TV, MEDYA TV û  ROJ TV bi mudaxeleya Tirkiye û Amerîkayê hatin girtin.

Komîsyonê jî girtina ROJ TV a ji aliyê Danîmarkayê ve protesto kir û biryar girt ku ji niha û şûn ve tevayî sazî û pêkhateyên bibin dengê Kurdistan û şoreşgeran hîn zêdetir pêwendî bi wan re bên pêşxistin, destekkirin û derfetên danûstendinan  bi wan re pêş bikeve.     

Merasîma girtina civînê di 2’yê Tebaxê de li bajarê Cochabamba yê Kolombiyayê bi tevlîbûna milyonek mirov pêk hat. Di merasîma girtinê de tevayî delege, Serokdewletê Pirneteweyan ê Bolîvya Evo Morales, Alîkarê Serokdewlet Avaro Garcîa Lînera, Wezîrê Karên Derve Davîd Choquehuanca, Serokê Senatoya Bolîvya Gabrîela Montana Sekretera  Bartolîna Sîsa Juanîta ku rêxistina herî mezin a jinan e Ancîeta amade bûn û navê wan yek bi yek hat xwendin.

Di merasîmê de M. Alî Dogan ê dawetî maseya dîvanê hat kirin wiha got, "Êrîşa ku emperyalîzmê di 2’yê Tîrmeha 2013’yan de li hemberî Serok Evo Morales pêk anî, ne tenê li hemberî kesekî, serokekî, Bolîvyayê û Amerîkaya Latîn e; ev êrîş li hemberî mafê serweriya herêmî ya gelan pêk hatiye.  Bi heman rengî di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê Gelê Kurdistan Abdullah Ocalan di serî de bi piştgiriya dewletên Yekîtiya Ewropa li ber çavên hemû cîhanê ji aliyê CIA û MOSSAD’ê ve hat revandin û radestî dewletaTirkiyeyê ya otorîter û paşverû hat kirin.”