Ji bo zarokan rêze pirtûkên 'Çîrokên Gulê' hatin weşandin

Kerem Tekoglû (Keremo) ku ji bo zarokan rêze pirtûkên 'Çîrokên Gulê' nivîsî, wiha axivî: "Em dixwazin ku dilopekê tevlî vê derya zimanê Kurdî bikin ku yek ji zimanên herî kevn û dewlemend ên Rojhilata Navîn e."

Derhêner Kerem Tekoglû (Keremo) ku belgeselên "Qulingê Birîndar", "Dîno" û "Humanîst" jî di nav de mohra xwe danî binê gelek belgeselan, niha jî ji bo zarokan rêze pirtûkên Kurdî yên bi navê "Çîrokên Gulê" weşand. Rêze pirtûk ji 20 pirtûkên bi zaravayên Kurmancî û Kirdmançkî yên Kurdî pêk tê. Keremo ji ANF'ê re qala vî karê xwe kir.

Kerem Tekoglû bal kişand ser metirsiya li ser Kurdî û got, "Bi taybetî Kirmanckî di rewşeke zehmet de ye. Eger bi vî rengî dewam bike dibe ku piştî nifşekî din tune bibe. Dema ku li ser vê metirsiyê difikirîm, gihîştin wê baweriyê ku ev kar tenê bi belgesel an jî fîlmekî nabe, divê teqez projeyeke nivîskî be. Ji ber ku demeke dirêj e şanoyên ji bo zarokan dinivîsînim û bi rê ve dibim, min biryar da ku rêze pirtûkan amade bikim."

Kerem Tekoglû bi bîr xist ku ziman tenê li nava zarokan dikare dewam bike, bi pêş bikeve û got, "Eger em karibin zimanê dayikê hînî zarokên xwe bikin, kêm jî be wê zimanê me ji metirsiya tunebûnê rizgar bibe û em ê bi pêş ve bibin. Bêguman ji bo zimanê Kurdî bi temamî ji binê metirsiya tunebûnê rizgar bibe divê bibe zimanê perwerdeyê."

Kerem Tekoglû diyar kir ku zimanê Kurdî ji aliyêe 50 milyon mirovî ve tê axaftin û got, "Ez jî yek ji wî 50 milyon mirovî me. Polîtîkaya asîmîlasyonê ya li dijî Kurdan mîna doh îro jî bi lez dewam dike. Di vê nuqteyê de me jî xwest bibin dilopek ji bo derya vî zimanî ku Kurdî yek ji zimanên herî kevn û dewlemend ên Rojhilata Navîn e."

Têkildarî naveroka rêze pirtûkên amade kiriye jî Kerem Tekoglû got, "Her pirtûk xwedî çîrokek hîndekar e. Karakterê sereke Gulê di pirtûkekê de ji bo hurmeta li dayik û bav, di pirtûka din de ji bo parastina xwezayê û di pirtûka din de jî ji bo xwendin û nivîsandinê dibe mînak. Mijarên xweza, mirov, heywan û pirtûk li pêş e. Her pirtûkek ji 16 rûpelan pêk tê û yek ji rûpelên wê Kurmancî ye, yek jî Kirmanckî ye. Bİ vî rengî zarok dikarin xwe bi her du zaravayan bi pêş ve bixe. Wêneyên li nava van pirtûkan ji aliyê Delal Arîn û Delîl Tarim ve hatin xêzkirin; Azad Zal jî bi rêk û pêk kir. Wergera bi zaravayê Zazakî jî ji aliyê Enver Yilmaz, edîtoriya wê jî ji aliyê Fîrûzan Demîr ve hate kirin."

Kerem Tekoglû diyar kir ku ev rêze pirtûk li her devera ku pirtûkên Kurdî tê firotin, her wiha dikarin li ser malperên înternetê bên peydakirin.

Kerem Tekoglû herî dawî got, "Ji bo ev zimanê ku bi hezaran salî ye tune nebe her kes dikare tiştekî bike. Bi taybetî Kurdên li Tirkiyeyê di vê mijarê de divê seferber bibin û ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdeyê têbikoşin."