Ji bo Tomlînsonê di protestokirina G20 de hatibû qetilkirin lêborîn
Ji bo Tomlînsonê di protestokirina G20 de hatibû qetilkirin lêborîn
Ji bo Tomlînsonê di protestokirina G20 de hatibû qetilkirin lêborîn
Muduriyeta Polîsan a London, ji malbata Ian Tomlînson ê di sala 2009’an de di protestokirina G20 de hatibû qetil kirin lêborîn xwest û qebûl kir ku tezmînatê bide malbatê.
Di daxuyaniya muduriyetê de li ser navê memurên “zêde û li derveyî qanûnê hêz bi kar anîne” bê şert û merc lêborîn hat xwestin.
Alîkarê Mudurê Polîsan ê London Maxîne de Brunner got, "Ji ber Sîmon Harwood hêzeke zêde û li derveyî qanûnê pêk anî ku bû sedema Ian Tomlînson jiyana xwe ji dest bide û ji ber vê yekê di malbatê de jî bû sedema êş û tengasiyan bê şert û merc ez ji malbatê lêborînê dixwazim.”
Polîsê bi navê Sîmon Harwood, Ian Tomlînsonê ku paşê hat fêmkirin beşdarî protestokirina G20’an nebûye, dema ber bi mala xwe diçe avêtiye erdê û bi copan êrîş biriye ser. Tomlînsonê 47 salî yê belavkarê rojnameyan bû piştî derbên copan bi çend deqîqeyan ji hişê xwe diçe û jiyana xwe ji dest dide.
Hevsera Ian Tomlînson Julîa Tomlînson derbarê lêborîna îro de got, "Encama herî nêzî edaletê ye û ji niha û şûn ve wê malbat karibe pêşeroja xwe bifikire."
Polîsê ku bibû sedem Ian Tomlînson jiyana xwe ji dest bide bi sedema ku ne bi qestî bûye sedema mirina mirovekî hatibû dadgehkirin û sala borî beraet kiribû. Lê paşê bi sedema "wezîfeya xwe bi awayî pir xerab bikaranîn” ji wezîfeya polîstiyê hat avêtin.