Ji bo sala 50'emîn ya PKK'ê stranek hate amadekirin

Koma Amara ji bo têkoşîna 50 salî ya PKK'ê stranek nû bi navê "Gerîla me" amade kir.

Koma Amara ya ser bi Kevana Zêrîn, ji bo têkoşîna 50 salî ya PKK'ê straneke bi navê "Gerîla me" amade kir. Ji bo klîba stranê jî dîmenên ji jiyana gerîla hatin bikaranîn. Her wiha qla berxwedana 50 salî ya PKK'ê û têkoşîna gerîla ya li çiyê tê kirin.

Strana ku gotin û awaz a Xweza Harûn e, di nava 3 mehan de hate amadekirin.

Koma Amara sala 2002'an ava bû. Ji zaravayên cuda yên 4 parçeyên Kurdistanê stranan dibêje.

Stranên "Apo" û "Apê me" li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çêkiriye.