BI DÎMEN

Ji bo pêşxistina hunerê jiyana xwe bi ta û morîkan xemilandiye

Yulyana Delho ya 12 salî da zanîn ku ew çiqas mezin dibe hunera wê jî pê re mezin dibe û bang li hemû zarok û ciwanan kir ku xwedî li hunera xwe derkevin.

Huner wêneyekî ku bala mirov dikişîne, diafirîne. Çi muzîk be, şano be, karê destan be û wênexêzî be ev rastî nayê guhertin. Lê her kes li gorî fikir û ramanên xwe wê wêneyê di mejiyê xwe de bi beden dike. Ji vê hunerê dike berhem û bi civaka xwe re parve dike. Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek ciwan û zarokên ku xwedî li çand û hunera xwe derketin hene. Yek ji van zarokan ku hunera xwe parastiye Yulyana Delho ye.

Yulyana Delho keçeke ji pêkhateyên Suryanî ye, ku ji temenê 10 salî dest bi karê destan kiriye û niha jî temenê wê gihîştiye 12’an. Hunera karê destan bala Yulyana dikişîne. Yulyana tevlî 9’emîn Mihrîcana Wêje û Hunera Jin (1-2 Adar 2024) jî bû.

JI TEMENÊ 10 SALÎ DESTPÊ DIKE

Yulyana Delho diyar kir ku dema ku diçû pola 5’an pir ji karê destan hez dikir û wiha got: “Min timî têkildarî karê destan dîmen li ser malperan temaşe dikir, heta ez fêr bûm. Dema min morîk didîtin pir kêfa min jê re dihat. Malbata min jî timî ji min re morîkên reng bi reng dianîn. Dema ku min xwe di vê hunerê de pêşketî dît malbata min moralek pir mezin da min da ku ez bigihêjim astek pir pêşketî.”

HUNERA WÊ JÎ BI TEMENÊ WÊ RE MEZIN DIBE

Yulyana da zanîn ku ew bi hezkirin vê hunerê dike û wiha pêde çû: “Min destpêkê gelek zehmetî dikişand, ji ber ku destpêka fêrbûna min bû. Lê niha ez vê hunerê wek barekî digrim ser milê xwe û roj bi boj ez mezin dikim. Hunera min jî bi min re mezin dibe. Gelek tiştên bi morîkên rengên xweşik û bi kêfxweşî ji bo xemilandina jin û keçên biçûk çêdikim.”

Yulyana dibêje ku yekemîn care tevlî mihrîcanan dibe û axaftîna xwe wiha berdewan dike: “Ji bo min gavekî baş e û pê re keyfxweş dibim. Di wan mihrîcanan de xelk ji bo karê min ê destan pir bi min re têkildar bûn. Vê yekê jî kêfxweşiyeke mezin da min.

Hêviya min ew e ku ji bo civaka xwe sûdek mezin pêşkêş bikim û hîn bêhtir hunera xwe ya karê destan bi pêş bixim. Ez bang li hemû zarok û ciwanan dikim ku li hunera xwe xwedî derkevin.”