Festîvala 5’an a Fîlman a Navneteweyî ya Silêmanî 17’ê Kanûnê bi tevlîbûna hezaran kesî, bi sedan mêhvan, hunermendên çar parçeyên Kurdistanê, lîstikvan û derhêneran hatibû lidarxistin.
Di festîvalê de astengî li ber nîşandana fîlma ‘Ji bo azadî’ hate nîşandan û li ser vê yekê Komîna Fîlman a Rojava û Ekîba Fîlma ‘Dema Dirîreşkan’ û belgefîlma ‘Ronak’ weke helwesteke hunerî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew xwe ji festîvalê dikişînin. Tevî ku Fîlma ‘Dema Dirîreşkan’ xwe ji festîvalê kişand jî, ji aliyê festîvalê ve hêjayî xelatê hate dîtin, li ser vê Ekîba Fîlma ‘Dema Dirîreşkan’ ragihand ku ew xelatê qebûl nakin.
Li ser astengî, derbarê fîlm û paşeroja fîlm de Çêkerê fîlmê ‘Dema Dirîreşkan’ û Berpirsê Med Frodusliyon Serhat Hulaku bersiv da pirsên ANF’ê.
We fermî ragihand ku hûn xelatê qebûl nakin, weke sedem jî nêzîkatî û astendiya li fîlmê ‘Ji bo azadî’ nîşan da. Hûn dikarin wê nêzîkatiyê û pêvajoya astengiyê ji bo me bînin ziman. Helwestekî çawa raberî we kirin?
Weke ku tê zanîn di Festîvala 5’emîn a Fîlman a Navneteweyî ya Silêmanî de, hinek pirsgirêk derketin. Yek ji wan pirsgirêkan jî ew bû ku ne nîşandana fîlmê ‘Ji bo Azadî’ bû. Komîna Fîlm a Rojava jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji aliyê rêveberên festîvalê ve daxwaza filmên ‘Ji bo azadî’ û ‘Dema Dirîreşkan’ hatiye kirin. Me bi xwe serlêdana ji bo festîvalê nekiribû. Di dema hevdîtinan de hatibû gotin ku ev fîlm sala 2019’an e. Li ser vê esasê jî fîlma ‘Dema Dirîreşkan’ jî tevlî festîvalê bû.
18’ê Kanûnê li bendê bû ku wê fîlma ‘Ji bo azadî’ saet 22:00’an bê nîşandan. Lê mixabin berî vê yekê bi çend saetan rayedarên festîvalê bi hinceta ku fîlm a sala 2019’an e, astengî derxistin. Berî vê ji xwe di hevdîtinê navbera rayedarên festîvalê û Komîna Fîlm a Rojava de baş hatibû diyarkirin ku ev fîlm a sala 2019’an e. Tevî vê jî wan bi xwe daxwaz kirin ku fîlm tevlî festîvalê bibin û xistin nava bernameya festîvalê. Bi fermî li ser raya giştî û di katalogên hatibûn amadekirin de, di afîş û malperên înternetê de, hatibû ragihandin ku wê ev fîlm saet 22:00’an bê nîşandan. Lê berî çend saetan astengiyek bi vî rengî çêbû. Hinceta hate nîşandan tenê fîlm ê sala 2019’an e. Me bi xwe ev hincet rast nedît. Ji ber ku di nava festîvalê de, fîlmên 2014, 2019’an jî hebûn. Ji ber vê me fam kir ku ev mudaxeleyeke siyasî ye li ser vê fîlmê ye. Fîlma ‘Ji bo azadî’ fîlmeke berxwedana Sûrê tîne ziman. Fîlma ku qala şervanên azadiyê ku li Sûrê ya Amedê li ber xwe dayîne. Ev fîlm berê dema ku sala 2019’an xwestin bê nîşandan, hatibû astengkirin. Dema ku xwestin fîlm li Sînemaya Salim bê nîşandan ji aliyê asayîşê ve hatibû astengkirin. Berî vê jî fîlma ‘14’ê Tîrmehê’ jî hatibû astengkirin. Ev rastî fikaran ava dike, çawa dikarin fîlmên Kurdî ku behsa berxwedana şoreşgerên Kurd dike, li Kurdistanê bên qedexekirin. Ev rastî mijareke ku mirovan dixe nava fikar û gumanan. Em baş dizanin ku destekî siyasî mudaxeleyî festîvalê hatiye kirin ku ev fîlm neyên nîşandan.
Di hevdîtina di navbera Komîna Fîlma Rojava û Festîvala Silêmanyê de, berpirsên Komîna Fîlma a Rojava diyar kir ku eger wisa be, bila fîlma me nekeve pêşbirkê, lê divê fîlm îro bê nîşandan. Lê mixabin ji bo derbaskirina vê pirsgirêkê rayedarên festîvalê ti gavên erênî neavêtin. Heta saeta dawî jî bi fermî ji bo em tiştek nehate gotin. Tenê gotin; ‘em ê hewl bidin, bidin nîşandan’. Me ev qebûl nekir, weke sansûreke hûnerî pênase kir. Me di daxuyaniyên xwe yên Komîna Fîlm a Rojava û Ekîba Fîlma Dirîreşkan de, me ev xal destnîşan kir û rexne kir.
Tevî ku we fîlma xwe jî Festîvala 5’an a Fîlman a Navneteweyî ya Silêmanî bi fermî vekişand. Lê fîlma we hêjayî xelata Sînemagrafî hate dîtin. Gelo ma fîlmek ji festîvalê hatî kişandin dikare bê xelatkirin? Di vê rewşê de dayîna xelatê tê çi wateyê?
Me bi fermî ragihandibû ku fîlma xwe ya ‘Dema Dirîreşkan’ ji festîvalê kişandiye, tevî vê jî xelat dan. Ev gav ne akademîk û pisporî ye. Me rexneyên xwe anîbû ziman. Me helwesta xwe ya hûnerî li hember rayedarên festîvalê anî ziman. Tevî ku rêveberiyê jî dizanî, dayîna xelatdayîna ji bo fîlmek ji festîvalê kişandî, rewşeke amator derdixîne holê. Ne di giraniya wê festîvalê de ye. Tevî ku me ev yek di raya giştî de jî eşkere kiribû, ev fîlm ji pêşbirkê hatiye vekişandin. Weke helwestek hûnerî me li hember astengiya nenîşandan fîlma ‘Ji bo azadî’ diyar kiribû jî. Tevî vê jî xelat hatibû dayîn. Fîlmek xwe ji festîvalê kişandî çawa dibe bê xelatkirin, ew mijareke din e. Me di daxuyaniya xwe ya bi raya giştî re parvekiribû dabû diyarkirin ku ev nêzîkatiyeke ne pisporî ye, ne akademî ye. Ji bo ev mijar were rastkirin jî em daxuyaniyek bi vî rengî parvekiribû.
Roja fîlmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate nîşandan, me dît eleqeyek pir mezin ji bo fîlm hate nîşandan. Gelek kesan xwestin fîlm temaşe bikin, lê ji ber astengiyê nekarîn binêrin. Hûn dikarin qala naveroka fîlm bikin?
Dema destpêka festîvalê hate nîşandan fîlma ‘Dema Dirîreşkan’ weke saet 15:00’an hatibû diyarkirin. Ji ber nîşandan fîlm, eleqeyek zêde hebû û her kesê dixwest fîlm bibîne. Lê fîlma me di salona herî biçûk ku kapasîteya wê nênî 80’ê kes bû, hate pîşandan. Bi rastî eleqeyek pir mezin hebû, salon tije bû, li ser piyan, li ber derî heta girseyek pir mezin ma derve, nekarîn fîlm bibînin. Eleqeyek germ hebû. Her çendî salonên mezin jî hebû ku fîlm lê bê nîşandan, lê salonê herî biçûk ji bo fîlmên me hatin amadekirin. Ji xwe di festîvalê de du fîlmên tiraj dirêj hebû, yek a ‘Dema Dirîreşkan’ a din jî ‘Ji bo azadî’ bû.
Çima eleqeyek wiha ye?
Ji ber ku ev fîlm qala gelek bindest dike, tevî ewqas êrîşên dijmin. Dîsa tevî kêbûna ewqas derfetan, dikarin fîlmên wisa ku qala dîrok û şoreşa xwe dikin; bi şêwazeke welê ku bikarin nîşanî cîhanê bidin û bidin nasîn. Me ev yek di gelek festîvalên navneteweyî de jî dît, nirxekî pir cuda didin fîlmên Kurdî. Em dizanin ku ev nirx çi avakiriye. Ev nirx vî gelî avakiriye. Ev gelê bindest, tevî ewqas êrîşên dijmin, li Rojava şoreşeke ava dikin. Li Bakurê Kurdistan li hemberî faşîzmê li ber xwe didin. Li Rojhilatê Kurdistan li ber xwe didin. Dîsa li Başûr berxwedan heye. Yanî modela şoreşgerên Kurd, modela têkoşîna Kurd bûye cîhanî. Bal dikişîne, eleqeyek pir mezin jî heye. Ji ber vê yekê mixabin em weke hunermend pê diêşin; em li welatê xwe Kurdistan, ev fîlm neyên nîşandan. Werin astengkirin. Bi hincetên biçûk û rêbazên cihê bên astengkirin. Me di daxuyaniyên xwe de weke rexneyeke hunerî ev yek nîşanda. Me helwesteke hunerî nîşan da. Mebesta me ew bû festîvaleke Kurdî be, divê ti demê fîlmek Kurdî qedexe neke. Ev festîval a welateke dagirker ba, me wê wate bidabanê fam bikira, lê li ser axa Kurdistanê be û Kurdistan be, fîlmên bi vî rengî werin astengkirin, bi rastî di aliyên hunerî de, fîyasko ye. Em dizanin ku ev mudaxeleyeke siyasî ye. Me ev yek di daxuyaniyên xwe de anî ziman. Ev mudaxeleya siyasî çi dibe bila bibe, pêwîst bû helwestek li ber bihata nîşandan. Ez nêrîna xwe bînim ziman, eger ku rastî rayedarên festîvalê bigotiba ku ‘zextek siyasî bi vî rengî li ser me heye’ em amadebûn bi hev re li gel wan, li hemberî vê zextê; bi hev re bibin xwedî helwestek hevpar. Xwedî li festîvala xwe derkevin. Mixabin nêzîkatiyek bi vî rengî derneket holê. Dema fîlma ‘Dema Dirîreşkan’ xwe ji fîlm kişand, belgefîlma ‘Ronak’ jî xwe ji festîvalê kişand. Helwestek baş nîşan da. Em wana jî di vî milî de pîroz dikin. Ev helwesteke weke hunermendên Kurd divê bê danîn.
Fîlma ‘Dema Dirîreşkan’ li Pêncewîn a girêdayî Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê hate kişandin. Fîlma ‘Dema Dirîreşkan’ fîlmeke ya Silêmanî bi xwe ye. Diviya bû zêdetir xwedî li fîlmê derketina. Lê mixabin ev asteniyane, bandoreke neyînî li ser fîlm nake. Em ê hewl bidin di pêşerojê de li sînemayan li Başûr jî vî fîlmî nîşan bidin, bigihînin gelê xwe. Fîlma ‘Dema Dirîreşkan’ qala salên 1990’î dike. Di salên 90’î de dema ku 4 hezar û 500 gund ji aliyê faşîzma Tirkiyeyê ve hatin valakirin û şewitandin. Li hemberî vê jî Murat Turk ku bi xwe nivîskare, rojaneya xwe nivîsandibû. Pirtûka wî ya bi navê ‘Dema Dirîreşkan’ ku li Başûr bi navê ‘Çadrekan’, li Bakur jî weke ‘Böğürtlen zemanı’ tê nasîn, ji aliyê gelê Kurd ve hatiye xwendin, mijareke ku tê zanîn. Piştî ku tevlî nava Tevgera Azadiya Kurd dibe, di şerekê de birîndar dibe. Ji ber birîndariya xwe û dorpêça dijmin, li cihekê wî bi cih dikin, ji ber operasyona dagirkeriyê 9 rojan dom dike, hevalên wî nikarin xwe bigihînin wî. Ew jî tevî birîndariya xwe, tevî ku erdnîgariya herêma Amed û Çewligê zêde nas nedikir, dîsa sîstema JİTEM û cerdevaniyê li pey wî bûn, li ber xwe da; armanca wî ew bû ku xwe bigihîne hevalên xwe. Fîlm behsa jiyana wî ya şoreşgerî dike.
We fîlma xwe ji festîvalê kişand, ev rewş wê bandorek çawa li fîlma we bike? Hûn dikarin bi vê fîlmê beşdarî festîvalên fîlman bibin an na?
Fîlma ‘Ji bo azadî’ û ‘Dema Dirîreşkan’ îro li cîhanê, ji Hindistanê bigire heta Jeponya, ji wir heta Emerîka Latîn û Ewropayê jî; li hemû derên cîhanê beşdarî festîvalên fîlman bûye. Gelek xelatên navneteweyî girtin. İro ev fîlm bi zimanên Jeponî, Emerîka Latîn tê wergerandin. Eleqeyek pir zêde ji bo fîlmên me hene.
Gelek platformên me yên cuda jî hene, em ê fîlmên xwe, tevî hemû astengiyên siyasî û êrîşên dijmin em ê fîlmên xwe bigihînin gelê xwe. Armanca kişandina van fîlman ew e ku em bigihînin gelê xwe yê şoreşger. Temaşekirina gel ji bo me xelata herî mezin e. Ji ber vê yekê bi rêya platformên dijîtal be, sînema an jî nava komeleyan be, nîşandan van fîlman ji bo me xelata herî mezin e. Hewcedariya me bi xelatê nîne, berhemên em çêdikin dixwazin xizmeta gelê me bike. Ji ber vê yekê jî xelate herî mezin ew e ku gelê me van fîlman bibîne, temaşe bike. Em ê hewl bidin li her derê vî fîlmî jî nîşan bidin. Nûnertiya sînemaya Kurd, hunera Kurd, têkoşîna Kurd li hemû cîhanê jî , bi rêya sînema û hûnerê wisa nîşan bidin.
Fîlma ‘Dema Dirîreşkan’ meha Çileyê wê bejdarî festîvala Deka bibe. Festîvala Deka wê li Bangeldaş were lidarxistin. Fîlma me beşdarî pêşbirkê jî dibe. Her wiha gelek festîvalên din jî hene, heta niha diyar nebûne, di pêşerojê de em ê bi raya giştî re parve bikin. Fîlma ‘Dema Dirîreşka’ niha wê li qada navneteweyî de, beşdarî gelek festîvalan bibe. Festîvala 5’an a Fîlman a Navneteweyî ya Silêman bandor li fîlma me nekir. We jî şopand, eleqeyek pir zêde hebû. Kesên ku fîlm temaşe kirin, bi rastî ji fîlm bandor bûn. Piştî fîlm jî gelek hunermend, siyasetmedar, rewşenbîr me pîroz kirin ji ber vê xebatê.