Ji bo mafê penabertiyê meşa 730 kîlometre
Ji bo mafê penabertiyê meşa 730 kîlometre
Ji bo mafê penabertiyê meşa 730 kîlometre
200 kesên ku bi armanca polîtîkaya penabertiyê ya Swêd şermezar bikin di nîvê meha Tîrmehê de ji bajarê Mamo dest bi meşê kirin gihiştin Stockholm.
Xwepêşanderên ku di tevayî meşê de û li bajarên ku têre derbas bûn de belavok belavkirin, mîtîng û civîn li dar xistin bal kişandin ser rewşa penaberan û kesên bêkaxez. Penaberan her wiha daxwaz kirin ku divê Swêd polîtîkayeke hîn însanî ya îltîcayê bixe meriyetê.
Xwepêşanderên ku ji aliyê nûnerên mafê mirovan û rêxistinên civaka sivîl ve li ketina Stockholmê hatin pêşwazîkirin li Qada Medborgarplatsen mîtîngek pêk anîn.
Yekîtiya Keşeyên Swêd jî di nav de 5 sazî û dezgehan piştgirî da xwepêşanderên ku di 34 rojan de 730 kîlometreyan meşiyan.
Xwepêşander, paşê li Navenda Perwerdeyê ya Karkeran a li Stockholmê beşdarî paneleke ku polîtîkaya penaberan tê destgirtin bûn.