Ji bo hemwelatiyên DYA hişyariya gerê

Ji bo hemwelatiyên DYA hişyariya gerê

Li ser agahiya ku Dewletên Yekbûyî yê Amerîka DYA, roja Yekşemê ji ber “Gumana Ewlekariyê” wê tevayî sefaretxane û konsolosxaneyên xwe yên li Rohilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê bigire 24 demjimêr derbas nebûn, vê carî ji bo tevayî hemwelatiyên DYA hişyariya  gerê hat kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya DYA de, hemwelatî di mijarên êrîşên terorîstî yên li welatên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê hatin hişyarkirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin,  “Li gorî agahiyên hene, El Qaîde û rêxistinên girêdayî wê li herêm û derveyî herêmê hîn jî êrîşên terorîstî plan dikin  û heta meha Tebaxê dibe ku hewldanên lidarxistina êrîşan pêk bînin.”  Di daxuyaniyê de ji hemwelatiyên DYA  hat xwestin ku di dema gerê de ji bo xwe biparêzin ewlekariya pêwîst bigirin û derbarê pêşveçûnan de hişyar bin. Hemwelatiyên Amerîkayê bi taybetî di mijara maşîneyên rêwiyan dibin û tînin de ku hatin hişyarkirin, hate gotin ku ev hişyarî heta 31’ê Tebaxa 2013'an e.