Ji bo destwerdana Fransî ya li Komara Efrîka Navîn destûra NY!

Ji bo destwerdana Fransî ya li Komara Efrîka Navîn destûra NY!

Li Komara Efrîka Navîn, di pevçûnên navbera komên Xiristiyan û Misliman de 140 kesan jiyana xwe ji dest dan. Fransa û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî mijar bi lezgînî nirxandin û biryara destwerdanê dan. Serokkomar Françoîs Hollande da xuyakirin ku hejmar û hebûna leşkerên Fransî dê di nava çend rojan de 2 qat werin zêdekirin.

Tê gotin, pevçûn di navbera 'serhildêrên' Seleka yên ji Adarê ve li ser desthilatdariyê ye û milîsên bi navê Antî-balaka de tê jiyîn. Ji rayedarên rêxistina doktroên sînornenas Samûel Hanryon diyar kir ku 52 cesed anîne nexweşxaneya dewletê ya li Bangûî. Rojnameya Fransî Le Monde da xuyakirin ku di êrîşa li hemberî mizgefta Alî Babolo de 4 jê jin 58 mislimanan jiyana xwe ji dest dane.

Hat diyarkirin ku li kolanên nêzî dêra Notre-Dame ya li taxa Foû heft cesed hatin dîtin û li ber nexweşxaneya Amîtîe jî şeş cesed li erdê ne. Çavkaniyên nûçeyan ên herêmê tînin ziman ku bîlanço dikare girantir bibe. Tê gotin heta niha nêzî 140 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Komara Efrîka Navîn piştî ku serhildêran rêveberî bi dest xist Mîchel Djotodîa xwe weke serokdewlet îlan kir û derketina derve qedexe kir.

Fransa bi bahaneya vê bûyerê re biryara operasyonê ya li dijî vê derê wergirt. Fransayê ragihand ku ewê hejmara leşkerên xwe yên li vî welatî 2 qatan zêde bikin û pêşî li karesatên însanî bigirin.

Fransa ji bo vê operasyonê ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî destûr stend. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên yekbûyî, rewşa li Komara Efrîka Navîn, kuk di demên dawî de bi pevçûnên sivîl û binpêkirinên mafên mirovan di rojevê de ye, nirxand. Konseyê, j ibo pêkanîna aramiya li welêt û parastina sivîlan, bi biryara bi hejmaa 2127'an re erka wergirtina tedbîran da mîsyona Yekitiya Efrîkayê ya ji 2 hezar û 500 kesan a li vî welatî.

Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande di daxuyaniya xwe ya li pêş Konseya Ewlekariyê de diyar kir ku operasyon dê bi alîkariya partnerên xwe yên Ewropî û di nava koordînasyonek bi welatên Efrîkayê re pêk were. Hollande anî ziman ku hejmara leşkerên Fransî yên li vî welatî ku niha 650 ye, di nava çend saetan de nebe jî dê di nava çend rojan de bi 2 qatan were zêdekirin.

Hollande got, "Ji bilî rizgarkirina jiyana însanî ti armanceke Fransayê nîne. Ev operasyon dê bi lez be, li demê belav nabe. Ezê bi rêkûpêk hesabê bidim Fransiyan." Wezîrê Parastinê yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan jî ji bo operasyona ku wê şeş mehan dewam bike got, "Dê xwedî armanc be û di dema xwe de pêk were."

Serokwezîrê Komara Efrîka Navîn Nîcolas Tîangaye ku ji bo Civîna Bilind a Ewlekarî û Aştiyê ya li Efrîkayê li Parîsê ye diyar kir ku erkdayîna Fransa û Yekitiya Efrîka ji bo pêkanîna aramiya li welêt, dê xwîna zêdeyî 100 sal in li welêt dirije, bisekinîne.

Li Komara Efrîka Navîn a ji nifûsa ji 4 mîlyon û 600 hezarî, ku bi hilweşandina Serokkomar re ber bi kaosê ve hat kişandin, ji ber pevçûnan tê gotin nêzî ji sedî 10 ê nifûsa welêt, cih û warên xwe terikandine.