Ji bo Azadiyê li Berlînê hate nîşandan

Fîlmê Ji bo Azadiyê li Berlînê cara pêşî hate nîşandan. Piştî nîşandana fîlm Derhêner Ersîn Çelîk got,''Hunermend û rewşenbîr divê bi qasî şervanan wêrek bin.''

Fîlmê  Ji bo Azadiyê ku berxwedana dîrokî ya Sûrê vedibêje, li paytexta Elmanyayê Berlînê cara pêşî hate nîşandan.

Fîlm li sînameya Babylonê hate nîşandan, hunermendên sînameya Kurd, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd jî di nav de gelek kesî li fîlm temaşe kir.

Fîlm piştî rêzgirtina li fermandarê berxwedana Sûrê Çiyager û hemû şehîddan hate nîşandan.

'HUNERMEND Û REŞWENBÎR DIVÊ WÊREK BIN'

Piştî nîşandana fîlm Derhêner Ersîn Çelîk axivî: Çelîk bal kişande ser êrîşên qirker û dagirker ên li ser çar parçeyên Kurdistanê û got, ''Di rewşeke wiha ku rastiya Kurdistanê ev e, divê hunermend, rewşenbîrên Kurd jî mîna şervanan wêrek bin. Di rewşeke wiha de dea ku şerê Efrînê û Reqayê dom dikir, me jî xwest ku em wêrekiya şervanên Sûrê nîşan bidin. Ji ber ku bi şer, dagirkerî û berxwedanê ev welat welatê me ye û huner li gel her tiştî divê bidome.''

Ji bo Azadiyê îro jî wê li Elmanya Kolnê were nîşandan.