Ji bo azadiya Tak ji hikûmeta Bulgaristan re name hat şandin
Ji bo azadiya Tak ji hikûmeta Bulgaristan re name hat şandin
Ji bo azadiya Tak ji hikûmeta Bulgaristan re name hat şandin
Ji bo welatparêzê Kurd Xalef Tak ê di 18’ê Hezîranê de ji bo betlaneyê bi malbata xwe re çûbû Bulgaristanê bi mebesta Tirkiye bi rêya Interpol lê digere hatibû binçavkirin bê berdan komeleyên Kurd, Asûrî û Tirk ên li Srokholmê nameyek ji hikûmeta Bulgaristanê re şandin.
Di nameyê de hat bibîrxistin ku Xalef Tak hemwelatiyê Swêd e û beriya niha bi 23 salan beriya ku bê Swêd serî li penabertiyê bide, dewleta Tirk hebûn, ziman û nasnameya Kurdan înkar dikir û di pêvajoyeke ku êşkence û qetlîamên xwe pêş dixist de wek terorîst hatibû sûcdarkirin.
Nameya ku îmzeyên Komeleya Piştevanî û Çandê ya Tirkiyeyiyên Swêd, Komeleya Çandê ya Kurd a Stockholm, Komeleya Asûrî-Suryanî-Keldanî, Komeleya Huner û Çandê ya Tirkiyeyiyên Swêd û Komeleya Çandê ya Kurd a Fittja hene li ser navê çalakvanan heyetekê da rayedarên Sefaretxaneya Bulgaristanê û gotin ku ji bo bersivê wê 10 rojên din careke din bên sefaretxaneyê.
Dadgeha Bulgaristanê di rûniştana 20’ê Hezîranê de biryar dabû ku Tak 30 rojî girtî bimîne.