Ji bo azadiya Ocalan li Zurîhê 1450 îmze hatin komkirin

Ji bo azadiya Ocalan li Zurîhê 1450 îmze hatin komkirin

Ciwanên Kurd ên beşdarî Mîhrîcana Zurîh a li bajarê Zurih a Swîsre bûn ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 1450 îmze kom kirin.

Ciwanên Kurd ên li Zurîhê dijîn, di Mîhrîcana Zurîh a dawiya hefteyê de hat lidarxistin bûn ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî îmze komkirin.

Di mîhrîcana ku roja înê destpê kir û roja yekşemê bi dawî bû de ciwanên Kurd, ji bo kampanyaya îmzeyan stand vekirin. Ciwanan di sê rojên mîhrîcanê de 1450 îmze kom kirin. Mîhrîcana Zurîh ji sê salan carekê wek kevneşopiyekê tê lidarxistin û ji gelek dewletên Ewropî jî mirov tevlî dibin.

LI ZURÎHÊ KAMPANYAYA ÎMZEYAN BERDEWAM DIKE

Ciwanên Kurdistanî di hefteyê de du rojan jî bi awayekî bi pergal ji bo kampanyaya îmzeyan dixebitin. Ciwan dibêjin, “Heta Rêberê me azad bibe em ê bixebitin.”  Ciwan ji bo 20 hezar îmzeyên kirine hedef kom bikin her roja şemiyê li Bahnofstrasse standê vedikin. Di heman demê de rojên Çarşemê jî li navenda bajêr îmze tên komkirin.