Ji ber Ebola qedexeya 3 rojan a derketina derve

Ji ber Ebola qedexeya 3 rojan a derketina derve

Tedbîrên li hemberî şewba Ebola ya li Rojavayê Afrîkayê di asteke xetere de ye, kêm e. Li gorî hejmarên fermî 5 hezar kes bi vîrûsê ketine. Ji bo pêşîgirtina li belavbûna vîrûsê li Sîerra Leone qedexeya derketina derve ya 3 rojan hat ragihandin.

Vîrûsa Ebola ku destpêkê di meha Kanûnê de li Gîneyê rê li mirina bebekekî 2 mehî vekir, li Lîberya, Sîerra Leone, Senegal, Nîjerya û Komara Kongo ya Demokratîk bi zêdeyî 5 hezar kesî ket. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji kesên bi şewbê ketine heta niha 2 hezar 460 kesî jiyana xwe ji dest dane û wê heta dawiya salê hejmara kesên bi vîrûsê bikevin derkeve 20 hezarî.

WHO di wê baweriyê de ye, ku ji ber gelek kes ji çûyîna saziyên tenduristiyê xwe vedigirin û nexweşên li herêmên bejahî yên nehatine tespîtkirin, hejmara rastîn gelekî zêde ye.

JI BO 3 ROJAN DERKETINA DERVE QEDEXE YE

Li Lîberya, Sîerra Leone û Gîneyê, ku ebola gelekî zû lê belav dibe, tedbîrên hatin girtin, têrê nakin. Li Lîberyayê ji dawiya meha Tebaxê û vir ve, bi şev derketina derve qedexe ye.

Sîerra Leone jî ji bo pêşî li belavbûna vîrûsê bigire, qedexeya derketina derve ya 3 rojan ragihand. Qedexe wê heta roja Yekşemê dewam bike û wê nêzî 20 hezar dilxwaz û pisporên tibbî mal bi mal bigerin û mirovên bi vîrûsa ebola ketine tespît bikin. Li welatê ku nifûsa wê 6 mîlyon e, bi saya qedexeya derketina derve re wê bi sedan mirovên bi nexweşiyê ketine lê belê neçûne saziyên tenduristiyê, bên tespîtkirin. Her wiha tê xwestin ku di dema qedexeyê de cenazeyê mirovên jiyana xwe ji dest dane lê ji malan nehatine derxistin, bên wergirtin.