Ji Akademiya Rizaşehrî konferansa çand, huner û wêjeyê

Akademiya Rizaşehrî ya li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, di 18-19’ê Cotmeha 2023’an de "Konferansa Çand, Huner, Wêjeyê" lidar xist.

Akademiya Rizaşehrî (RA) armanc dike ku dîroka baweriya Elewî, felsefe, teolojî, mîtolojî, rîtuel û nirxên wê yên civakî-çandî lêkolîn bike, biparêze û ragihîne nifşên siberojê. Di vê çarçoveyê de 22-23’ê Nîsanê “Konferansa Akademîsyenan” hatibû lidarxistin.

Di konferansa 18-19’ê Cotmehê de jî, hat armanckirin ku vê xebata akademîk bi xebatên nivîskar û hunermendan a li ser çanda Rêya Heq a Kurd re bînin ba hev.

Li gorî encamnameya konferansê beşdarvanên konferansê di roja yekem de, aliyên cuda yên çand, huner û wêjeyê bi 8 sernavên cuda nîqaş kirin.

Beşdaran di vê konferansê de qala xweseriya akademîk, dîroka Elewîtiyê, teolojî, erdnîgarî, mîtolojî, huner û wêjeya wê kirin. Her wiha di bin sernavên cuda de hin mijarên esas hatin nirxandin:

-Ji bo ku baweriya Elewî hîn baştir were naskirin, ji bo zarok û ciwanan amadekirina pirtûkeke bi anîmasyon.

-Nirxandina têgehên çandî û bawerî yên baweriya Rêya/Raa Heqî û veguherandina pirtûkekê.

-Piştgirîdayîn, pêşxistin û belavkirina berhemên hunerî yên di zimanê Kurdî de.
-Komkirina nivîsên di zimanê Kurdî de, analîzkirin û weşandina wê.

-Destpêkirina xebatên Muzeya Etnografiyê.

-Ji bo jinan vekirina qursên terziyê, nasandina berhemên wan û li ekonomiyê tevlêkarî kirin.

-Avakirina komîsyonekî ku di qada çand, huner û wêjeyê de bixebite.

Weke encam hat destnîşankirin ku merasîmên bi vî rengî ji bo parastina bawerî, çand û hunera Elewîtiyê gelekî girîng e. Akademiya Rizaşehîr spasiya dostên ku beşdarî vê konferansê bûn, kir û diyar kir ku ew ê hêviyên xwe yên ji bo siberojê zindî bihêlin.