Ji 25 welatan ciwanan piştgirî da berxwedana Taksîmê

Ji 25 welatan ciwanan piştgirî da berxwedana Taksîmê

Ciwanên Kurd û Tirk ên li Swêd û Îngîltereyê dijîn ji bo piştgiriya ji berxwedana Taksîmê re û asta wê berfireh bikin projeyeke balkêş pêş xistin. Ciwanên Kurd û Tirk bi ciwanên 25 welatan re ketin nav pêwendiyan û têkildarî berxwedana ku bi Parka Gezî destpê kir û li çar aliyên Tirkiyeyê belav bû dîmenên nêrîn û nirxandinan girtin û kirin wek fîlmekî.   

Di fîlm de êrîşên polîsan ên li dijî berxwedana Parka Gezî û Taksîmê yên çapemeniya Tirk ji nedîtî hat ku di fîlm de tên teşhîrkirin, ligel welatên Ewropa û Amerîkaya Latîn, ji  Rûsya, DYA, Kanada, Avustralya, Emirtiyên Ereb ên Yekgirtî, Brezîlya, Zelandaya Nû, Meksîka û ji Koreya Başûr jî ciwan bi zimanên xwe peyama piştgiriyê didin û axaftinên xwe bi gotina, “Her Cih Taksîm” bi dawî dikin.

Di Fîlmê ku bi Îngîlîzî û jêrenivîs jî bi Tirkî ye Nêrgiz Yildiz a bi awayekî aktîf di xebatên vê projeyê de cih girtiye û bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê ye destnîşan kir ku têkoşîna li hemberî qutkirina daran û ji bo parastina xwezayê veguherî têkoşîna azadiyê û ya li dijî zextan. Her wiha ku ciwanan ji vê berxwedanê re pêşengî kirin ciwanên Kurd, Tirk û yên ji neteweyên din jî bandor kir, ew kirin nav tevgerê. Yildiz armanca fîlm jî wiha vegot: “Ji bo em bibîr bixin ku berxwedêrên li Tirkiyeyê ne bi tenê ne û ji welatên cur bi cur ên cîhanê ciwan piştgiriyê didin têkoşînê.”

Yildiz di berdewama axaftina xwe de wiha got, “Yek ji armancên din a projeyê ev e ku têkoşîna mirovên ku li hemberî bombayên gazê û TOMA’yan li ber xwe didin ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê girîng e û em bi vê berxwedana wan serbilind in.”  

Di fîlm de rojnameger Sarah Olsson jî heye ku dema ji bo bûyerên li Taksîmê veguhezîne medyaya Swêd çû Taksîmê ji aliyê polîsan ve piştî hat binçavkirin û şûnde derxistin derveyî sînor. Olsson da xuyakirin ku berxwedana Parka Gezî çawa ciwanên li gelek welatan bandor kir bi heman awayî ciwanên li Swêd jî bandor kiriye. Û got ku ew bawer e  wê fîlm, bibe sedem ku berxwedana Taksîm aliyê girseyên berfireh ve bê naskirin.

Olsson her wiha da xuyakirin ku ji ber çalakiyên Parka Gezî bi dehan rojnamevan ji kar hatine derxistin û gelek rojnamevan jî şandine betlaneya mecbûrî û dê ew têkildarî mijarê nivîseke nirxandinê binivisîne.