Îtalya dê ji bo alîkariya bi penaberan re tedbîran bistîne
Îtalya dê ji bo alîkariya bi penaberan re tedbîran bistîne
Îtalya dê ji bo alîkariya bi penaberan re tedbîran bistîne
Piştî ku di nava du hefteyan de li peravên Îtalyayê bi binavbûna du keştiyan re zêdeyî 400 mirovan jiyana xwe ji dest dan, Îtalyayê biryar da hin rêze "tedbîran" bigire.
Serokwezîrê Îtalyayê Enrîco Letta ragihand ku ji bo pêşî li trajediyên nû bigirin, ewê tedbîrên ewlekariyê yên li peravan zêde bikin. Rayedarên Îtalî diyar kirin ku dê li başûrê nîvgirava Sîsîlyayê kontrolên artêşê werin zêdekirin, bi vî rengî wê keştiyên pêwistî bi alîkariyê dibînin werin tespîtkirin û alîkariya pêwîst jê re bê dayîn.
Enrîco Letta destnîşan kir ku ewê bi vê armancê kontrolên artêşa Îtalyayê bi sê qatan zêdetir bike.
Ewlekariya Peravan a Îtalyayê di rewşa heyî de bi 3 keştî, 4 helîkopter û 2 balafiran xebatên xwe didomîne. Hat ragihandin ku dê balafirên bêmirov jî li herêmê werin bikaranîn.
Herî dawî roja Înê keştiyek ji penaberên Sûriyeyî li peravên navbera Malta û girava Lampedûsa ya Îtalyayê binav bûbû. Di karesatê de 30 kesan jiyana xwe ji dest dabûn 210 kes jî ji aliyê Îtalî û Maltayiyan ve hatibûn rizgarkirin.