Îsraîlê avêt ser kampa penaberan a Fîlîstînê: 3 mirî
Îsraîlê avêt ser kampa penaberan a Fîlîstînê: 3 mirî
Îsraîlê avêt ser kampa penaberan a Fîlîstînê: 3 mirî
Li Şerîa Rojava, polîsên Îsraîlê avêtin ser kampa penaberan a Kaladiyeyê, gule li gelê nerazîbûn nîşan da reşandin û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 19 kes jî birîndar bûn.
Polîsên Îsraîlê ku ji bo binçavkirina kesekî ket kampa penaberan a Kaladiye ya li Şerîa Rojava, bi penaberên Fîlîstînî re pev çûn. Li hemberî êrîşa polîsên Îsraîlê ya bi bombeyên gazê û çekan, Fîlîstîniyan bi kevir û molotofan bersiv dan û di encamê de 3 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dan, 19 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên Fîlîstînî dan xuyakirin ku yên hatine kuştin Rûbîn Abîd Farîs ê 30 salî, Yûnis Cacûh ê 22 salî û Cîhad Aslan ê 20 salî ne. Hat ragihandin ku Farîs û Cacûh bi guleya li sînga wan ketin û Aslan jî bi fîşeka li serê wî ketiye, jiyana xwe ji dest dan.
Polîsê Îsraîlê jî da xuyakirin ku di bûyeran de "rêbazên eciqandina raperînê" hatiye bikaranîn û balkêşe ku behsa mirî û birîndarên Fîlîstînî nekir.