Israîlê 26 girtiyên Filîstinê serbest berda
Israîlê 26 girtiyên Filîstinê serbest berda
Israîlê 26 girtiyên Filîstinê serbest berda
Di çarçoveya muzkareyên aştiyê yên bi Israîl û Fîlîstinê re ji nû ve destpêkirin de 26 girtiyên Filîstinê serbest hatin berdan. Ji girtiyên hatin berdan 15 heb gihiştin Gazzeyê û 11 heb jî gihiştin Ramallahê.
Di çarçoveya muzakereyên bi hikûmeta Israîl û rêveberiya Filistinê re hatiye dest pêkirin de 15 girtiyên Filistinê, di saetên derengiya şevê de gihiştin deriyê sînor yê Beyt Hanun a bakûrê Gazzeyê. Girtî li vir ji aliyê hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin.
11 girtiyên din yên hatin bedan, li Ramalahê ji aliyê hezaran kesî ku serok dewletê Filistinê Mahmud Abbas jî hebû bi hezaran kesî pêşwazî kir. Abbas piştî pêşwazîkirinê kefxweşiya xwe anî ziman û got piştî van dê yên din jî bên û got dê li Kudusê bên cem hev.
Di çarçoveya muzkareyên aştiyê de 104 girtiyên Fîlîstinê hatibûn berdan. Îro 26’ê din hatin berdan. 76 hebin din jî dê li gorî pêşveçûna pêvajoyê bên berdan.