Îsraîl: Tu carî firotina sîlehan ji bo Tirkiyeyê ranewestiya
Îsraîl: Tu carî firotina sîlehan ji bo Tirkiyeyê ranewestiya
Îsraîl: Tu carî firotina sîlehan ji bo Tirkiyeyê ranewestiya
Rayedarekî asta jor ê ji Wezareta Parastina Îsraîlê, da xuyakirin ku tu carî firotina sîlehan ji bo Tirkiyeyê ranewestiyaye û got, “Daxwazên nû yên kirîn û firotinê ji aliyê Tirkiyeyê ve hene. Em wan lêkolîn dikin.”
Tevî “krîza” ku bi bûyera Mavî Marmara di nav Tirkiyeyê û Îsraîlê de hat mezinkirin jî derket holê ku di navbera her du welatan de bazirganiya sîlehan tu carî ranewestiyaye.
Serokê Daîreya Parastina Biyanî ya Alîkarî û Îxracatê ya Wezareta Parastina Îsraîl (SIBAT) Shemaya Avîelî, anî ziman ku îxracata wan a sîlehan ji bo Tirkiyeyê tu carî ranewestiyaye. Avîelî ku bal kişand ser krîza di navbera Enqere-Tel Avîv de got, “Tevî ku îxracata sîlehan a ji bo Tirkiyeyê ranewestiyaye, bi parastina berjewendiyên Îsraîlê re berdewam dike. Pêwendiyên salên berê ku bi heman awayî berdewam nake rastiyek e. Lê belê, dema mirov li hejmaran dinihêre tê dîtin ku îxraca sîlehan a ji bo Tirkiyeyê tu carî nebûye sifir.”
Avîelî di dewama axaftina xwe de da xuyakirin ku îxracata sîlehan a ji bo Tirkiyeyê li gorî çarçoveya kontratan beşeke mezin berdewam dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: ““Daxwazên nû yên kirîn û firotinê ji aliyê Tirkiyeyê ve hene. Em wan lêkolîn dikin.”
ERDOGAN GOTIBÛ ‘ME PÊWENDIYÊN LEŞKERÎ RAWESTANDINE’
Daxuyaniyên Avîelî, daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Erdogan derew derdixe. Erdogan, di daxuyaniya xwe ya ku piştî leşkerên Îsraîlê êrîşî keştiya bi navê Mavî Marmara kiribûn gotibû ku bi Îsraîlê re bi her awayî pêwendî rawestandine û heta Îsraîl lêborînê nexwaze wê pêwendiyên wan nekevin asta normalbûnê.