Iraq: Agahiya me ji peymana petrolê ya navbera Hewlêr û Enqereyê tune
Iraq: Agahiya me ji peymana petrolê ya navbera Hewlêr û Enqereyê tune
Iraq: Agahiya me ji peymana petrolê ya navbera Hewlêr û Enqereyê tune
Şêwirmendê serokwezîrê Iraqê diyar kir ku ew bi awayekî fermî ji peymana petrolê ya navbera Herêma Federal a Kurdistan û Tirkiyê de nehatine agehdarkirin. Li bendê ye ku îro wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê serdana Iraqê bike û ligel Malikî bicive.
Şêwirmendê rojnamevanî yê serokwezîrê Iraqê Elî Mûsewî ji rojnameya Heyat-Çapa Ewrûpa re li ser îdiayên îmzekirina peymana petrolê ya navbera Hewlêr û Enqereyê de axivî û wiha got: “Heta niha ti nivîsekî fermî li ser îmzekirina petrolê ya navbera Enqere û Hewlêrê de, ne ji aliyê hikûmeta Tirkiyê û ne jî ji aliyê Herêma Kurdistanê ve negihaye Bexdayê.” Li bendê ye ku îro wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz serdana Bexdayê bike. Yildiz di serdana xwe de wê ligel serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û cîgirê serokwezîrê Iraqê yê karûbarên enerjiyê bicive.
Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 27’ê Mijdarê serdana Tirkiyê kiribû. Di çapemeniyê de hat belavkirin ku Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan 6 peyman îmzekirine. Piştî vê yekê nakokî di navbera Bexda û Enqereyê de dirûst bûn. Rayedarên Bexdayê ji ber îmzekirina peymana petrolê, Tirkiye hişyar kir. Duh jî hat gotin ku Iraqê qada Herêma Federal a Kurdistanê ji geştên Tirkiyê re girtiye. Serokê desteya sivîl a karên hewayî yê Iraqê Nasir el-Bender ragihand ku wan di vê derbarê ti biryarek nedaye. Wezareta derve ya Tirkiyê jî di vê derbarê daxuyaniyek belav kir û wiha got: “Di dema serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Enqereyê de, di çarçoveya yasayên Iraqê de me di warê bazirganiyê de li ser hin xalan li hev kiriye. Lê di vê mijarê de pêvajo hê jî didome.”
Biryare heftiya bê serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo guftûgokirina peymanê petrolê yên navbera Hewlêr û Enqereyê de, serdana Bexdayê bike. Nêçîrvan Barzanî wê di serdana xwe de ligel serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bicive.