Îranê firotina petrolê zêde kir

Îranê firotina petrolê zêde kir

Îranê ragihand ku wê firotina petrolê di bazara Asyayê de zêde kiriye û kapasîteya hinardeya petrolê ji bo derve gihiştiye zêdetirî milyonek bermîlan.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê ÎRNA'yê Îranê di meha buhrî de milyonek û 80 hezar bermîlên petrol û gazê firotiye Çîn, Hindistan, Japonya û Koreya Başûr.

Hinardeya petrola xam a Îranê di Îlona sala par de bi rêjeya 6.6 kêm bibû û di meha Tebaxê de firotina petrolê careke din bilind bibû.

Îran beriya ambargoya navneteweyî di rojekê de 2 milyon û 500 hezar bermîlên petrolê difirot welatên derve. Piştî welatên Yekîtiya Ewropayê di sala 2012'an de bi awayekî fermî ambargo danî ser Îranê hinardeya petrolê ji bo welatên derve ji sedî 40 daket. Lê piştî muzakereyên der barê bernameya atomê ya Îranê de hinardeya petrolê careke din zêde bû.

Piştî mûzakereyên di navbera 5 welatên daîmî yên Konseya Neteweyên Yekbûyi û Elmanyayê yên li gel Îranê, biryar hate dayin ku ambargo were sistkirin. Hate ragihandin ku di çarîka yekemîn a sala 2014'an de firotina petrolê ji bo derve ji sedî 30 zêde bû.