Îran: Ji bo çareserkirina pirsgirêka nukleerê firsendek dîrokî heye

Îran: Ji bo çareserkirina pirsgirêka nukleerê firsendek dîrokî heye

Wezîrê Karê Derve ê Îranê Mihemed Cewad Zarîf got, ji bo çareserkirina pirsgirêka programa nukleerê ya Îran û hêzên mezin li pêşiya wan firsendekî dîrokî heye.

Wezîrê Îranî Zarîf di hesaba xwe ya Twîtter de got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka nukleerê firsendekî dîrokî heye, lê belê welatên koma 5+1 pêwîste helwestên xwe li gorî nêzîkatiyên nû ên Îranê sererast bikin.”

Çav lê ye Wezîrê Derve ê Îranê Zarîfî îro li New Yorkê di dema civîna Lijneya Giştî ya NY de bi welatên koma 5+1 (DYA, Rûsya, Çîn, Fransa, Îngilîstan û Almanya) re bê gel hev.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Îranê Marzieh Efxam îro daxuyaniyek da û anî ziman ku, di civîna îro de dê di hevdîtinên nukleer de destpêkek nû û pêngavek başe. Cara yekeme Îran li gel Wezîrên Derve ên koma 5+1 re li ser programa nukleerê hevdîtin pêkbîne.

Welatên Rojava Îranê bi destxistina bombeya atomê sûcdar dikin. Tehranê jî sûcdariyên têne kirin red dike û dibêje, programa nukleer bi armanca xizmeta sivîl tê kirin.

Serok Komarê Îranê Hesen Rohanî di 22’ê Îlonê de daxuyaniyek dabû û gotibû, pêwîste welatên Rojava destûr bidin Îran li ser welatê xwe mafê dewlemendkirina ûranyûmê çêbike.

Rohanî dabû diyarkirin ku, eger ev maf bêne qebûlkirin, gelê Îranê gelekî dilxwazê aştî û dostaniyê ye. Amadeye hevkariyê bike. Em dikarin bi hev re pirsgirêkên herêmê heta pirsgirêkên cîhanê çareser bikîn.”