Îran deriyê reaktora Arak'ê ji kontrolê re vedike
Îran deriyê reaktora Arak'ê ji kontrolê re vedike
Îran deriyê reaktora Arak'ê ji kontrolê re vedike
Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî da xuyakirin ku ewê reaktora ava giran a Arak'ê ku lê hilberîna ava giran tê kirin, di 8'ê Kanûnê de lêkolîn bike. Ajansê diyar kir ku ev rewş di çarçoveya peymana di rojên bihurî de bi Îranê re hat morkirin, pêk tê.
Mudurê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) Yûkiya Amano agahî da Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û got, "Îranê em vexwend, di 8'ê Kanûnê de biçin serdana reaktora ava giran a Arak'ê."
Rekatora Ava Giran a Arakê yek ji reaktorên herî girîng ên welatên rojavayî ditirsîne. Rojavayî dibêjin, eger Îran plûtonîûm a dijberê ûranîûmê ye hilberîne, dê bi hêsanî karibe bombeya atomê çê bike.
Di Yekşema derbasbûyî de li gorî peymana navberê ya navbera welatên 5+1 (DYE, Çîn, Rûsya, Fransa, Îngilîstan û Elmanya) û Îranê ya li Cenevreyê hat morkirin, Îranê xebatên xwe yên li ser reaktoran 6 mehan rawestand.