Îran dê hin aktîvîteyên xwe yên nukleerî bicemidîne
Îran dê hin aktîvîteyên xwe yên nukleerî bicemidîne
Îran dê hin aktîvîteyên xwe yên nukleerî bicemidîne
Sefîrê Bilind ê Îranê yê li Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî da xuyakirin ku "hin aktîvîteyên hesas" dê di dawiya sala 2013'an, di destpêka sala 2014'an de bên cemidandin.
Sefîrê Bilind ê Îranê yê li Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî Riza Najafî got, "Berpirsyariyên peymana hatiye morkirin, em dikarin di dawiya meha Kanûnê, di destpêka meha Çileyê de bicih bînin."
Li gorî peymana Yekşema bihurî li Cenevreyê hat morkirin, Îran dê di 6 mehên pêş de aktîvîteyên xwe yên nukleerî rawestîne.
Divê di nava saleke pêş de bi Îranê de peymaneke mayînde bê morkirin. Îran dê hilberîna plûtonîûm a li Navendên Ava Girankirî ya Arak'ê bicemidîne.
Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî jî dê kontrol bike ka Îran berpirsyariyên xwe bicih tîne yan na.