ÎHD: Divê li ser daxwaza elewiyan statuya cemxaneyan bê qebûlkirin

ÎHD: Divê li ser daxwaza elewiyan statuya cemxaneyan bê qebûlkirin

Ji 8 Îlonê û vir ve li Tuzluçayirê çêkirina avahiya projeya "Mizgeft û Cemxane"yê dest pê kir û didome. Ji ber Şêniyên Tuzluçayirê bartekên xwe yên demokratîk nîşan dan rastî mûdaxaleyê polîsan a tund hatin. Navenda Giştî ya ÎHD'ê û Şaxa Enqereyê, der barê mûdaxaleyê polîsan ên tund de rapor amade kirin û parve kirin. Projeya ji aliyê Weqfa Cem û Cemaeta Gûlen ve hat çekirin û piştgirî ji deweltê girt, bi boneya der barê çêkirinê de vîna şêniyên taxê nehat girtin wek "antîdemokratîk" hat destnîşankirin.

Navenda Giştiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Şaxa Enqereyê ya ÎHD'ê, der barê mûdaxaleyê polîsan ên tund ên çalakiyên Tuzluçayirê de rapor amade kir. Rapor bi tevlêbûna saziyên sivîl li Qada tuzluçayirê hat aşkerekirin. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Selma Gungor rapor xwend. Gungor diyar kir ku şêniyê Tuzluçayirê bertekên xweyê demokratîk nîşani projeyê dan, lê bi pesend kirina desilatdariyê polîsan bi awayek tund û dijwar mûdaxaleyên şêniyan kirin. Gungor, destnîşan kir ku ji roja ku hêmê projeyê hati avêtin ji roja 8 Îlonê vir ve bûyerên ku destpêkirine ji aliyê şandeya Şaxa ÎHD'ê ya Enqere ve hatiye lêkolînkirin û çavderikirin û wiha got: "Roja ku bûyer destpêkir heta anha 4 kes ji lingê xwe ve birîndar bûne, 3 kesan tranva derbaskirine, 2 kes bi bombê gazê ji milê xwe ve birîndar bûne û gelek kes jî ji ber bi kar anina bombê gazan bi jehrê ketin. 9 kes ji ber bombê gazê demek kin kor bûn, jina 24 salî ji serê xwe birîndar bû. Welatiyê 45-50 salî ji aliyê polîsan ve hatin derb kirin û 12 kes ji bi gulên plastik birindar bûne. Ev hijmar yê ku em gîhîştine ye lê belê hijmara rast li ser vê yekê deye." Gungor lêkolîn û çavdêriyên şandeyê û tespît û pêşniyar di raporê de wiha rêzkir:

Tespîtên ku hatin kirin wiha di raporê de cih girtin:

* Di tespîtên ku me kirin de li semta Tuzluçayirê tu daxazên ku "Mizgeft û Cemxaneyê" bi hevre çêkin tune. Tekîldarî mijarê nerînên Şêniyên semtê nehatine girtin. Ev proje bi piştgiriya dewlet û hikûmetê pêk hatiye. 2 mezhepên aliyê dewletê yên Vakfa Cemxanê û Cemîyeta Gulen li gorî xwe ev proje kirine meriyetê. Lê divê ev proje li gorî pêdivî û daxwazên gelên herêmê bê amadekirin. Niha tu pêdivî bi vê projeyê tune.

* Bi bîrdoziya fermî ya dewletê ku mislimanên sûnî diparêze û li ser nijadiya tirk a Komara Tirkiyeyê tev digerde, dixwaze elewiyan asimîle bike. Dizanin ku li hemberî vê yekê pêşengên elewiyan di ber xwe didin. Dixwazin bişaftina bawerî û tevgera elewiyan bi rêbazên cuda pêş bixe û elewiyan û berxedana demokratên şoreşger belav bike. Li şûna ku mirovên elewî qebûl bike û hurmetê nîşanî wan bide serî li rêbazên bişaftin û perçekirinê didin. Armanca projeya Mizgeft û Cemxaneyê jî ev e. Divê dewlet û hikûmet êdî dest ji mudaxaleya baweriyan berde.

* Di peymanên Navneteweyî yên Ewropa (AÎHS û protokollên Navneteweyî yên Neteweyên Yekbûyî û Peymanên Mafên Siyasî ên wekî ol, wijdan, baweri û azadiyê, tên parastin û misogerkirin. Tirkiye jî ev peyman îmze kirine. li gorî peyman û hiqûqa navneteweyî dive baweriya elewiyan jî bê parastin û mîzogerkirin. Divê li ser daxwaza elewiyan statuya cemxaneyan bê qebûlkirin û Divê astengiyên li pêş siyaset û baweriya elewiyan bê rakirin. Divê cudakariya li ser elewiyan bi dawî bibe.

* Divê hişmendiya ku dixwazin di nava civakê de wekî "ancak bi mizgeftê re bibe xwedî qîmet" û bi vê yekê cemxaneyan bêqîmet bike pêş bixe. Divê dewlet ji ber vê nêzîkbûna xwe ya li hemberî elewiyan lêborîna xwe ji elewiyan bixwaze.

* Piştî projeya cemxane û mizgeftê ya li Tuzluçuyirê gelê li Tuzluçayirê bertek nîşanî vê yekêdan û bertekên gel ên demokratîk polîsan tundî bikar anîye. Divê hesap ji van polîsên êrîş pêk anîye û birîndar kirine bê pirsîn.