Îdiaya Mûrsî hate binçavkirin

Îdiaya Mûrsî hate binçavkirin

Piştî li Misrê artêşê dest danî ser rêveberiyê, hate îdiakirin ku lîderê welat ê ji text anîn xwarê Mihmed Mûrsî hate binçavkirin.

Li gorî nûçeya ajansa Reuters, berdevkê Birayên Misilman Ehmed Arif got, Mûrsî û ji alîkarên wî ên asta jor Esam Hedad li cihek nayê zanîn têne girtin. Rayedarek ê ewlekariyê ku navê wî nehate aşkera kirin jî da diyarkirin ku, Mûrsî û Hedad li tesîsekî îstixbarata leşkerî têne ragirtin.

Li aliyê din jî hate destnîşan kirin ku, artêşa Misrê endamên Teşkîlata Birayên Misilman, Huriyet û Partiya Edaletê digire. Piştî daxuyaniya General Abdulfetah El Sîsî hate îdiakirin ku, hêjmara binçavkiriyan giha 400’an.